02 januari 2024

Vê zivistanê berfê em îhya kirin


Îsal sir û serma Sibîryayê girtiye ser Swêd. Seranserê Swêd din bin berfê da ye.
Berfeke kapekî dibare, bayekî sar tê, berfê ditozîne. Ji serma meriv diqerise. Jora Swêd serma 40 derce daketiye binê sifirê. Xwedê kir Stockholm hîn hewqasî ne sar e.

Min bîstek berê berfa hewşê avêt, wa ye dîsa çar tiliya barîye, dîsa rê hatiye girtin. Tiştê baş ne berfa şilope ye.

Min xwe jidandiye, ez dikim herim meşa xwe bikim. Xanimê serê xwe ji derî derxist, got wele îro ner oja meşê ye.

Yanî newêre bi min ra were, ezê tik û tenê, xwe li vê tozanê biqelibînim, herim meşa xwe bikim.   

Naxwazim rûtîna xwe xera bikim. Bira kes nebêje berfê Zinar tirsand, newêrîbû ji hundur derketa.

Ez 5 km, 72 deqa meşiyam û hatim. Lê meş pir zor bû, rê venedabûn, meriv riya xwe nedidît.

Swêdiyan îsal bi berfê xenê bûn. Di Julê/Noelê da berf nebare, herder ne sipî be bîna wan teng dibe.


Min çend risim jî girtin. Ez ji heq girtina şelfîyan(selfîe)dernayêm. Hinek pir hoste ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE