02 januari 2024

Îsal jî gelek kesan dîsa ne sala nû, ”sersal” pîroz kirin

Wek her sal, îsal jî gelek kesan dîsa ji dêlî sala nû pîroz bikin, ”sersal, serê salê” pîroz kirin. Bi her zimanî xel û alem sala nû pîroz dike, lê ji me hin kes ”sersalê”, serê salê pîroz dikin.

Mesajên tên belavkirin ne ji bo şahiyên serê salê ne, ji sala nû ra ne, hêvî û daxwazên ji sala nû ne.

Pîrozkirina "sersalê", pîrozkirina şeva serê salê ye, pîrozkirina şahiya şeva serê salê ye. Kurdan ev yek şeva serê salê bi gelek rengan pîroz kirine.

Lê mesajên tên belavkirin ji bo sala nû ye, ne ji bo şahiyên serê salê ne. Meriv ji sala nû hin hêviyan dike, hin pilan û projeyan çêdike.

Yanî bi mesajan pîrozkirina "sersalê" şaş e.

Ev şaşî jî wek şaşiya ”jiyan dikim”, wek ”koça dawî” û gelek şaşiyên din di nav me da baş bi cî bûye, rastkirina wê bi temamî ne mimkûn e. Tu çi bikî, çi bibêjî tesîrê li wan kesan nake, çimkî kêfa wan ji peyva ”sersalê” ra tê.

Koma zimanzanên me li ser vê yekê beyanek bida belkî tesîra wê çê biba.

XXX

Abdirehman Apo di Rûdawê da ji Dilbixwîn Dara ra gotiye, 10 hezar filistînî li Efrînê di gund û malên kurdan da bi cî kirine.

Nava bajêr jî teslîmî tirkmenan kirine. Yanî li gundan ereb, li nava bajêr jî tirkmen bi cî kirine.

Efrîna berî dagirkinê ji sedî 97ê wê kurd bûn, nuha belkî ji sedî 20 jî kurd nemane. Ji xwe bêyî tirkan kes nizane çiqas kurd mane.

Hedefa tirkan seranserê Kurdistana Rojava ji kurdan paqij bikin. Koçberkirina miletekî ji welatê wî jenosîd e.

Lê dinyayê çavê xwe ji vê jenosîdê ra girtiye, dinya, Neteweyên Yekbûyî, welatên misilman tenê filistîniyan dibînin, çavên wan ji kurdan ra kor e.

XXX

Gava kurdekî xwenda, zana têgihîştî fena ku Tirkiye welatê wî be qala Tirkiyê dike ez matmayî dimînim. Em ne tirk in, Tirkiye ne welatê me ye, lema dibê em wek tirkekî qala Tirkiyê nekin.

Em em in, ew ew in. Ew tirk in, em kurd in. Ez tu carî bi çavê welatê xwe li Tirkiyê nanêrim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE