01 januari 2024

Saleke din jî ji umrê me çû

Hin kes bi sala nû ra hin sozan didin xwe, hin biryaran digrin, dibêjin emê viya, viya bikin. Emê herin filan derê, filan welatî, filan bajarî bibînin.

Min îsal biryareka wiha nedaye. Jixwe ez tu carî ji bo sala nuh tu soz, mozan nadim xwe, tu biryaran nadim.
Îsal jî ji bo sala 2024´a tu pilan û biryareka min a xusîsî tuneye.
Tenê tiştek di serê min da heye, ez dibêjim îsal emê herin welêt, ya atar e, ya batar e; hema di ku da zirav e, bira di wir da biqete.

Gelşeke biçûk çê bû, lê min baş fêm nekir mesele çi ye. Ez bawer dikim kane ji ber nivîsên min ên medyaya sosyal be. 

Ev çend sal in kurdan baş taqîb dikin, ji bo parvekirinekê, ji bo nivîsekê însanan digrin, nerehet dikin.

Par patizî ezê bçûyama, lê ez nexweş ketim, tuxtor destûr neda, ez hîn jî di bin kontrolê da me. 22ê vê mehê ezê dîsa herim nexweşxanê kontrolê, ez bawer dikim êdî problem nemaye. Înşela heta biharê tiştekî pir anormal çênebe, îsal jî em nebêjin xwezî bi par.

Îro piştî min xwarziyê xwe Siyamed rêwî kir, ez dagerîyam sentrûma Lîljeholmenê. 

Ew merkeza sê qatî, mest û mezin xir û xalî bû, hundur tarî bû. Tenê du markêtên xwarinê vekirîbûn, dikanên din giş girtî bûn.

Ne pastexaneyek, ne aşxaneyak vekirî tunebû. Çend kesên bêkes, bêmal li vir û li wir hustuxwar rûniştibûn, li însanên diçûn marketê û dihat temaşe dikirin.

Min li hundur vizek da xwe, çend tişt kirîn û berê xwe da malê.
Îro hewa pir sar e, 4 derece di binê sifirê da ye, erd qerisîye, bûye bizmar. 

Min binikê mîxîn bi xwe ra biribû, di çûnê da min kir nigê xwe, lê di vegerê da min nekir sola xwe. Ez bi semt meşiyam.

Bi sala nû ra saleke din jî ji umrê me çû, nuha ez salekê kaltir im, do 73 salî bûm, îsal 74 salî me. Di rojekê da ez salê maltir bûm. Lê ez tiştekî ferq nakim, xwe wek do xort his dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE