01 januari 2024

Îro me ji sala nuh ra got merheba


Îro roja yekê ya sala nuh e. Malî, mîvan hîn giş raketîne. Do hetanî destê sibê em şiyar bûn, leqleqa me bû.

Cîranên me na bi fîşekên hewayî qiyamet rakirin. Me bîstekê li wan temaşe kir û çend rismên xwe jî girtin.
Em giş pir westîyan e, em tevizîne. Bîstek din ewê rabin û di saleka nuh da bijîn. 

Emê xurîniya xwe bikin, dû ra jî ezê xwarziyê xwe rêwî bikim. Nikane zêde bimîne, dibêhere.

Îsal jî ez salek din kal bûm, min xatir ji 73´a xwest bûm 74. Min ji 73´a tu xêr nedît, hêdî dikim 74 ji bo min û ji bo miletê min saleka bi xêrtir be.

Emê xweş bîn bin, emê xwe bêhêvî nekin, hela ka çawa dibe, jiyan çi surprîzê diyarî me dike. Înşela emê dîsa nebêjin sal bi sal, xwezî bi par.

Tiştek ji nuha da diyar e, dijminên me ewê êrîşên xwe yên ser başûr û rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin. 

Rewşa herdu beşan jî pir kirîtîk e, herdu beş jî di binê gef û metirsiyeke pir mezin da ne. 


Tirkiye û Îran û çeteyên girêdayî wan dixwazin îdareyên rojava û başûrê Kurdistanê ji ortê rakin. 

Hetanî nuha Amerîkayê nahîştiye vê pilana xwe bibin serî. Ji bo wê jî êdî êrîşî hêzên Amerîkayê jî dikin. 

Hêvî dikim Amerîka dev ji alîkariya e bernede. Lê rewş pir kirîtîk e. 

Ya xerab li Kurdistana Başûr hêzênn kurd jî ne li hev in, hîn dest biratiyê, hevkariyê nadin hev. 

Di hilbijartinên Kerkûkê da ji ber bêtifaqiya nabêna YNK, PDK û hêzên din kurdan Kerkûk ji destên ereb û tirkmenan dernexistin, di îdareya bajêr da 3,4 kursîyên xwe kêm kimrin. Nuha ereb û tirkmen di piraniyê da ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE