31 december 2023

Sala we ya nû pîroz û bimbarek be


Gelî dost û hevalên hêja, sala we ya nû bi dil û can pîroz dikim. Sala 2023´a ji bo me kurdan saleka bêyom bû, mişt derd û êş bû. Li her çar perçên Kurdistanê bênabên êrîşî me kirin, em pir êşandin.

Îranê û Tirkiyê rika xwe li başûr û rojavayê Kurdistanê girê dane, nabênê nadin êrîşên xwe. 

Ji bo ku Amerîkayê ji herêmê derxînin û me ji xwe ra bikin nêçîr êrîşê Amerîkayê jî dikin.

Roja Amerîka ji başûr û rojavayê Kurdistanê derkeve ewê wek gurên har bajon ser me, me ji hev dabarînin.

Hêvî dikim sala nû ji bo me bibe sala yekîtiyê û serketinê û dijminên me jî bela xwe bibînin.

Ji ber ku xwarziyê min Siyamed Sancar mîvanê me ye, ez nikanim qala hin tiştên din bikin. Lê wek min di serî da jî got, sala 2023´a em pir westandin, em ji pertav da xistin.

XXX
Lawikê me Serhat mîvanê me(xwarziyê min Siyamed)bir bajêr bigerîne. Mala wî ava be, ez ji rêberiyê xelas kirim.

Nuha e min zend û bendên xwe vemaltine, ez ketime hinge dinga xwarinên êvarî.

Yanî ez ji rêberiyê xelas bûm, lê ez bûm kebaniya malê. Min hêta berx terbiye kir, bîstek din ezê têxim firnê.

Nuha min dest bi çêkirina zeleteyan kiriye. Min paste çêkir, ew hazir e.

Xanim carnan tê teftîş dike. Her sal wiha ye. Ez dikim, ew dixwin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE