31 december 2023

Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî me nehelîyan e

Belkî hin kes xwe aciz bikin lê ezê fikrê xwe bibêjim. Kurdên tu beşekî Kurdistanê bi qasî me kurdê Kurdistana Bakur nehelîyan e, asîmîle nebûne, di warê kulturî da ji kurdayetiyê dûr neketine, bi qasî me kurdên bakur nebûne heyranê zimanê dewleta dagirker.

Em bûne wek soleke jihevdaketî, wek qerpalekî 77 pîne.

Tirkan tiştek di me nehîştine, heta bigihîje zimanê merivên analfabet, yên xwendin û nivîsandina wan tune jî kirine tirkî. Tirkî li hin gundan jî belav bûye.

Rojekê neçûye dibistanê, ne mamûra, mamûrê dewletê ye, ne profesor û hakim û qeymeqam e, karkir e, jina mala ye lê ziman tirkî ye.

Yanî asîmîlasyona kurdên bakur ne bi destê tirkan bûye, me bi xwe kiriye, me xwestiye em ji kurdî xelas bibin û tirkî bikin zimanê xwe yê malê.

Ji sedî nodê kesên di mal da tirkî dipeyivin hûn çenqelê jî bavêjin ji canê wan da jî dev ji tirkî bernadin. Tirkiya wan jî tirkiya etarên rişmilî ye.

XXX

Platforma Zimanê Kurdî gotiye, “mesela ziman û nasnama kurdan îro bûye mesela man û nemanê.”

Rast e, kurdî wek berfa baran lêke, roj bidê dihele. Kurd bi lez asîmîle dibin û hêdî hêdî dibin tirk. Her kes êdî vê rastiyê dibîne. Çareya wê jî diyar e, dibê em bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, zarokên xwe bi destê xwe asîmîlî nekin. Zarokên bi tirkî mezin bibe ji dest me çûne, xelaskirina wan pir û pir zor.

Gava zarok kurdî nizanibin muzîka kurdî jî namîne, edebîyata kurdî jî namîne, nivîskar, şair, dengbêjin kurd jî namînin.Yanî kurd dihelin, dibin tirk.

XXX

Hin kesan bi zimanekî şelafane taximên tirk Galatasaray û Fenerbahçe ji bo xurtkirina biratiya tirk û kurdan dawetî Wanê û Amedê kirine, ji şêla Erebîstana Suûdî aciz bûne.

Dev ji şalûziyê berdin, xwe hewqasî jî pîs mekin. Dibê meriv xwedî şexsîyet be, nebe şelafê tirkan.

XXX

Gerek em tu carî bindestiyê qebûl nekin, serê xwe ji zulmê ra netewînin. Ji bo azadiyê di rojên herî xerab da jî bêhêvî nebin. Tim bibêjin hindik maye, emê ji bindestiyê xelas bibin, emê welatê xwe rizgar bikin.

Em nizanin salê tê çi li pêşiya me ye, surprîzên dinyayê pir in, belkî 2024 ji 2023 baştir be. Emê tim bi hêviya serketinê bixebitin, ya rast ev e. Bêhêvî mebe.

XXX

Tirk bi fortên bêbingeh serê xwe mezin dikin. Hinek nezan û cihalên me jî di bin tesîra van viran da dimînin û wan li ber çavên xwe mezin dikin.

Bawer bikin li Ewrûpayê her kes bi çavê merivên irqçî, cahil, ji medenîyetê bêpar li wan dinêre. Tirk vê yekê baş zanin, pê diqeherin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE