30 december 2023

Îro ez rêberê xwarziyê xwe bûm


Îro mîvanekî min ê ezîz heye, xwarziyê min
Siyamed Sancar hatiya zîyareta xalê xwe. Nuha li Polonyayê kursekê dixwîne, hatiye serê sala nuh bi me ra pîroz bike.

Bi hatina wî ez pir kêfxweş bûm. Ji şansê wî ra hewa ne xweş e, lê dîsa jî min bîstekê li nava bajêr, bîstekê jî li dora mala gerand. 

Kêfa wî him ji Stockholmê ra, him jî ji taxa me ra hat.
Min 10 sal berê dîtibû. 

Wê demê 12 salî bû, maşale nuha xortekî 22 salî ye, xwendekarê zanîngehê ye.
Zeman zû derbas dibe, meriv hew dibîne sal derbas bûn. Sal bira derbas bibin lê ya xerab ji umrê me dihere.

XXX

Hin kesan bi zimanekî şelafane taximên tirk Galatasaray û Fenerbahçe ji bo xurtkirina biratiya tirk û kurdan dawetî Wanê û Amedê kirine, ji şêla Erebîstana Suûdî aciz bûne.

Dev ji şalûziyê berdin, xwe hewqasî jî pîs mekin. Dibê meriv xwedî şexsîyet be, nebe şelafê tirkan.

XXX

Gerek em tu carî bindestiyê qebûl nekin, serê xwe ji zulmê ra netewînin. Ji bo azadiyê di rojên herî xerab da jî bêhêvî nebin. Tim bibêjin hindik maye, emê ji bindestiyê xelas bibin, emê welatê xwe rizgar bikin.

Em nizanin salê tê çi li pêşiya me ye, surprîzên dinyayê pir in, belkî 2024 ji 2023 baştir be. Emê tim bi hêviya serketinê bixebitin, ya rast ev e. Bêhêvî mebe.

XXX

Tirk bi fortên bêbingeh serê xwe mezin dikin. Hinek nezan û cihalên me jî di bin tesîra van viran da dimînin û wan li ber çavên xwe mezin dikin.

Bawer bikin li Ewrûpayê her kes bi çavê merivên irqçî, cahil, ji medenîyetê bêpar li wan dinêre. Tirk vê yekê baş zanin, pê diqeherin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE