Cîranekî me yê kurdê ji Konyayê heye. Navê mêrik Salih e. Wek gelek kurdên Konyayê, ew jî pîzacî ye.
Berê jî du caran min
qala vê malbatê kiriye. Merivên pir mervan û hurmetkar in. Pir qedrê me digrin.
Keç û lawekî wan heye. Lawik 22 salî ye. Navê wî Emîr Erdogan e.
Xortekî wek zêr e. kurmancîya wî super e, tu dibêjî hîn nuh ji gund hatiye.
Îro ez û xatûn ji marketê dihatin, barê me heduyan jî giran bû.
Ew û xwişka xwe ji mal derketin, diçûn li ereba xwe siwar bin.
Gava dît barê me
giran e, li ereba xwe siwar nebû, xweha xwe li ber erebê hîşt, hat hawara me, got ka ezê alî we bikim.
Min çiqasî got ne lazim e, mal nêz e, qebûl nekir. Him herdu kîsik ji destên
min girtin, him jî çû erebe ji xanimê girt. Tiştên me bir danî ber deriyê mala me.
Xortê wiha bîrbir,
efendî, bi terbîye, bi kultur kêm in; ez bûm heyran.
Berê çend caran him bi xwe, him jî bi eraba xwe alîkariya min kiriye, ez birime
û anîme.
Xortên wiha kamil, hurmetkar ne pir in. Min xwest bi nivîsê sipasî Emîr
Erdoganê hêja û malbata wî bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar