28 december 2023

Ev jinik bi qetlîama Roboskîyê kêfxweş e

Ji zanîngeha Agiriyê akademîsyeneka îslamî ya bi navê Tuba Işik di platforma X´ê da di binê vî rismê merasima cenazeyê qetlîama Roboskîyê da gotiye:

“Dîmen/risim pir xweş e, bira daimî be.”

Ji bo ku însan bi kuştina 34 zarokên 14-15, 16 salî kêfxweş bibe dibê sadîst be, dibê ji însanîyetê derketibe.

Lê dibê em ji bîr nekin di nav tirkan da bi milyonan kesên wek vê jinika xebîs hene û ji kuştina kurdan kêf û zewqê digrin.

Em nikanin van xedaran, van zobîyan bikin însanên normal, însanên xwedî ûjdan û merhamet. Dibê em ji van xelas bibin. Gerek ev fikir, ev hedef tim di bîra me da be.



Di medyaya sosyal da li dijî kurdan gelek êrîş û heqaretên li gorî qanûnan sûc in tên kirin. Dibê baroyeke Kurdistanê, ya jî çend abûqat heyeteke medyayê çêkin û kesên heqaretê li kurdan dikin bidin mahkimê.

Em zanin mahkimeyên wan jî wek wan in, li ba wan jî edalet tune ye. Lê dîsa jî dibê meriv vê riyê biceribîne, li êrîşkaran gilî bike. Dibê em li heqaretan temaşe nekin, him di warê huqûqî da, him jî di medyayê da reaksîyinekê nîşan bidin.

XXX

Çîmentoya, zamqa yekîtiya tirkan dijminatiya kurda ye. Ne neyartiya kurdan be ewê çavên hev derxin, ewê hevdu bixun. Çimkî 77 milet wek buxçeyeke bi pîne bi hev va hatiye kêlkirin; caw ne yekparçe ye, ne saxlem e. 

Roja kurd bigihîjin azadî û serxwebûna xwe ewê tayê vê buxça 77 pîneyî bikşînin, buxçe ewê zîfêl zîfêlî bibe, pîne ewê ji hev da bikevin.

Serok û siyasetmedarên tirkan baş zanin tirk ne miletekî homojen û saxlem e, miletekî sûnî û pînekirî ye.

Ji bo ku ev buxçika 77 pîneyî ji hev da nekeve neyartiya kurdan tim zindî dihêlin, bi tirsa çêbûna Kurdistanê û belavbûna Tirkiyê umrê vê dewleta sûnî, sexte dirêj dikin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE