Nivîskarê romana ”Orgazmên Ejdehayekî” Vehêl Mihsîn
nivîskarekî ji başûrê Kurdistanê ye. Nivîskarekî ciwan e.
Beşdarî Fûara Kitêban
a Amedî bûye. Di panelê da li ser têkiliya kurdên başûr bi edebîyata kurdên
bakur ra gotiye:
"Haya başûrîyan ji romana kurdî ya bakur nîne û zêdetir jî berhemên nivîskarên tirk li başûr têne xwendin."
Ev him rast e, him jî tiştekî pir muhîm. Kurdên başûr eserên kurdên bakur naxwînin, nas nakin, ji kurdan bêtir nivîskarên tirk dixwînin, edebaîyata tirkî pirtir nas dikin.Lê ne edebîyata tirkî tenê, fîlmên tirkî jî bêtir tên temaşekirin.
Muzîka tirkî jî ji muzîka kurmancî bêtir tê gudarîkirin. Wa ye edebîyata tirkî ji ya kurdên bakur bêtir tê naskirin.
Çimkî xwendekarên behdînî, başûrî tirkan di ser xwe ra dibînin, eserên nivîskarên xwe, romanên nivîskarên kurd ji tirkan kêmtir dibînin.
Soran jixwe behdîniyan, heta kurmancan bi giştî biçûk dibînin. Lema jî eserên wan, edebîyata wan meraq nakin. Wek em edebîyata soranî meraq dikin, ew ya me meraq nakin.
Lê soran kurmancî baş fêm nakin, dibê tercume bibe. Bes ji bo behdîniyan
gelşeke wiha tune, sebebê nasnekirinê ne ziman e, tercîh e, hezkirin e.
Berhemên meriv jê hez dike meriv dixwîne, tercume dike. Gava ecibandin,
hezkirin tunebe nayê xwendin û nayê naskirin.
Li başûrê Kurdistanê heyraniya Tirkiyê, tirkan û zimanê tirkî pir xurt û
berfireh e.
Li hemberî erebî, farisî ev hezkirin tune ye. Edebîyata erebî, farisî ji ya
tirkî ne kêmtir e.
Lê dîsa jî Tirkiye, tirkî, muzîk û edebîyata tirkî li ber
dilê başûriyan pir ezîztir û pir şîrîntir e.
Sebebê vê hezkirina ji Tirkiyê û ji zimanê tirkî ew tirkan wek kurdê bakur
neyarê xwe nabînin. Wek kurdên bakur bi çavê dewleteke dagirker li Tirkiyê
nanêrin. Yên dinêrin pir hindik in.
Zulma tirk li kurdên bakur dike wan zêde eleqeder nake, ji nedî va tên.
Kurdên bakur li hemberî her êrîşa Îraqê reaksîyonê nîşan didin.
Kurdên bakur, welatparêzên Kurdistana Bakur Îranê, Îraqê, Sûriyê wek Tirkiyê
dagirkerên welatê xwe dibînin.
nedî ve tên, protesto nakin.
Gava meriv dewletekê dagirkerê welatê xwe, neyarê xwe
nebîne meriv jê naqehere. Meriv edebîyata wî miletî hî taqîb
dike, dixwîne, jê hez dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar