27 december 2023

Kurdan eşkere bi kuştinê tehdît dikin

Li Anqerê hin kes li ber avahiya DEM partiyê kom bûne, xwedêgiravî DEM partiyê protesto dikin. 

Lê ji protestoyeke normal wêdetir gefa kuştinê li kurdan dixun. Torbeyên zer danîne ber avahiya DEMP partiyê.

Torbeyê zer sembola kuştinê û qetlîamê ye, bi torbeyên zer dibêjin emê we bikujin, têxin van torbeyan.

Û hêzên ewlekariyê jî li vê gefa mezin temaşe dikin.

Heta nuha alozîyek derneketiye,lê hêzên ewlekariyê hertim kanin provakasyoneke mezin derxînin.

Hêvî dikim dînîtiyekê nekin.

XXX

Em kurd ji NATOyê, ji Amerîkayê dixwazin li hemberî Tirkiyê me biparêzin.

Heger ne alîkariya Amerîkayê bûya Tirkiyê ji zûda tevahiya Kurdistana Rojava dagir kiribû.

DEM partî beşdarî civîna Komîsyona Karên Derve ya Tirkiyê nebûye, yanî dengê erê nedaye endametiya Swêd a NATOyê.

Xwedê aqilekî bide we.

XXX

Kekê Ahmed Turkê 5 rojên din ewê bibe 82 salî ji bo cara duduya bûye namzetê serokatiya belediya Mêrdînê.

Bi baweriya min şaş e, êdî bes e.

Piştî 80î dibê meriv dorê bide ciwanan, dibê wan bide pêş, bibe piştgirê wan. Dibê DEM wî neke namzedê xwe.

Tiştekî din jî, dibê partiya DEMê namzediya kesê bi kurdî nizanibe jî qebûl neke.

Serokên kurdan, berdevkên kurdan, wekîl û reîsên kurdan dibê bi kurdî bizanibin.

Serokê belediyên DEMê dibê giş bi kurdî bizanibin. Kurmancî, zazakî ferq nake. Dibê miheqeq lehçeyekê bizanibe.

Heger partî qebûl bike, dibê milet li dijî vê rabe, namzedên kurdîzan bixwaze.

XXX

Mahkima Sulh Cezayê ya Xinisê, di biyara xwe da ji neviyê Şêx Seîd ra gotiye, tu yê di medyaya sosyal da mehekê ala tirk parve bikî. Heger parve neke ewê were girtin.
Irqçîtiyeke wiha, zorbarîyeke wiha nehatibû bîra hakimên nazîyan.

Êdî tirk jî baş zanin ji bo kurdekî cezayê herî mezin hildana, parvekirina ala tirk e.

XXX

Nûrî Bêxalî balê dikşîne ser dagirkirina Kurdistana Başûr ji alî ereban ve.
Serokên kurd bi rengekî bêxem li vê dagirkirina Kurdistanê temaşe dikin. Ereb di bin navê bazirganiyê û koçberiyê da wek xerxên kulî digrin ser Kurdistanê. Her malbateke ereb wek fabrîqeya zarokan dixebite. Piştî 20-30 salên din nufûsa wan ewê ya kurdan derbas bike û bibin xwediyê Kurdistanê.

Yanî tiştê anîn serê Mûsilê ewê bînin serê Hewlêrê, Silêmaniyê û Dihokê jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE