27 december 2023

Hêvî dikim sala nuh ji ya nuha baştir be

Sala nuh nêzik dibe. Tiştek neguherî. Rewşa me, hal û ehwalê me xerabtir bû, baştir nebû. 

Dinya eynî dinya ye, dijminên me eynî dijmin in, serokên me jî eynî serok in.

Yanî tas jî hîn eynî tas e, himam jî hîn eynî himam e.
Hêvî dikim sala nuh derîyekê xêrê li me veke, halê me baştir bike, ken bike nesîbê me.

XXX

Nivîskar û berpirsê weşanxaneya PALL´ê Înan Eroglu, li ser Fûara Kitêban a Amedê û profîla kesên çûne Fûarê ji Botan Tîmesê ra gotiye, ”girseya piranîya girseya wan ciwan bûn û gelekên wan jî cara ewil bû kitêbên kurdî didîtin.”

Ez matmayî mam. Min nizanîbû ciwanên me yên hîn kitêbeke kurdî nedîtine hene.

Heger di nava me da ciwanên kitêbeke kurdî nedîtibin hebin dibê em vê yekê wek trajediyeke mezin bibînin û ji bo ku dawî li vê trajediyê were kar û xebatekê bikin.

Yekî bi navê Cindî Dûman gotiye:
"Mamoste ez matmayî ne mam , ji berkû birê min zanîngeh beşa civaknasî û felsefê qetandiye ev 7 sale em bi hevra di şixuli her roj Rojnameya kurdî tê kargehê hê roje kê min ne dîtiye wî li rûpelê Rojnamê nêrî.. Sedî sed bi kurdî di axivît û bi tikî di xwînît. Mixabim"

XXX

Hêzên Amerîkayê vê sibê li Îraqê sê baregehên Hizbulahê û Haşdîşabî bombebaran kirine, gelek kuştî û birîndar hene.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin gotiye, wan li Îraqê bersiveke “pêwîst û minasib” daye Lîwayên Hizbulahê.

Terorîstên îslamî tenê ji zorê fêm dikin, gerek ji te bitirsin, heger netirsin ewê çavên te derxînin.

Lema jî dibê Amerîka nehêle çavên xxwe vekin, tim lêxîne, tepa xwe tu carî ji ser serê wan kêm neke. Heta tên ber ben û tobe dikin.

Îraq li dijî êrîşa Amerîkayê derketiye, gotiye ev neyartiyeke eşkereye. Gişk yên hev in, kûçikê ser kormekê ne, guh nedin navên wan yên cuda û şerên wan yên li ser kursiyan. Şerê wan şerê dê dotê ye.

XXX

Serokê MHP´ê Devlet Bahçeliyê xebîs gotiye, ”Bira meeşê 57 parlamenterên partiya DEM´ê û alîkariya xezînê ya bi vê hêlîna terorê ra tê kirin tavilê were birrîn…”

Yanî mêrik dibêje em kurdan ji meclîsa xwe derxin. Wiha bikin baş e, wê demê her kesê here meclîsa xwe û welatê xwe îdare bike. Tirk êdî naxwazin bi me ra bijînin. Dibê em jî nexwazin. Bindestiya me jî dilê wan rehet nake. Meclîsa wan serê wan bixwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE