26 december 2023

Celadekî me wek qehremanê xwe îlan kirine

Li Tirkiyê li navçeya Îzmirê Bûcayê navê yuzbaşî Esat Oktay Yildiranê celadê îşkencexana Amadê, qatilê 50 kurdên êsîr girtibûn dane dibistaneka destpêkê ya gundê Belenbaşî.

Yuzbaşî Esat Oktay Yildiran, piştî darbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980î berpirsiyarê Girtîgeha Leşkerî ya Amedê bû û bi îşkence û wahşeta xwe meşûr bû.

Di dema wî da bi hezaran kes hatin îşkencekirin, bi sedan seqet man, 50 kes jî di îşkenceyên hovane da hatin kuştin.

Nuha li navçeya Bûcayê navê vî qatilî, vî sadîstî ji ber ku bi hezar kurd îşkence kirin, 50 kurd kuştin dane dibistanekê, ew wek qehremanekî tirk îlan kirine.

Li dibistanê ji bo vî qatilê kurdan quncikekî bîranînê jî çêkirine, bi nivîs û risman pesnê wî dane.
Ev paye û tiştê ji bo Esat Oktay Yildiran hatiye kirine parastina îşkence û qetlên wî ye.

Li hemberî vê namerdiya hatiye kirin dibê em bêdeng nemînin, reaksîyoneke baş nîşan bidin.

Lê dibê em bizanibin her qatilê me ezîzê ber dilê wan û qehremanê wan e. Neyartiya me di fitrata wan da heye, bi wiya mezin dibin, zarokên xwe bi vê kîn û nefretê mezin dikin.

Esat Oktay Yildiran di 22´ê cotmeha 1988´a da li Stenbolê ji alî du hevalên PKKê hat kuştin.

XXX

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek, li Tehranê di konferansekê da gotiye:

”Hevkariya Tirkiyê, Sûriyê, Îranê, Îraqê û Rûsyaya nehîşt di îlona 2017´a da li Rojhilata Navîn Îsraîleke duduya, bi navê Kurdistanê ava bibe.”

Mêrik neyarê serê me ye, lê rast gotiye. Ne tifaqa Tirkiyê, Îranê, Îraqê, Sûriyê û Rûsyayê bûya piştî referandûma îlona 2017´a beşekî Kurdistanê rizagar dibû, Kurdistaneke serbixwe çêdibû. Lê bi hev ra nehîştin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE