25 december 2023

Di berfê da meşa li daristanê xweş e


Gava berf hawirdor, daristanê sipîboz dike xweza pir xweş dibe, meriv ji temaşekirinê têr nabe.

Di meşa me ya do da min risim negirt, Songul xanimê gazin ji min kir, got çima te çend risim negirtin?

Ji bo xatirê wê îro min çend risim girtin. Lê him telefona min pir kevn e, him jî ez î ne hoste me, lema jî rismên ez digrim ne xweşik in.

Lê ez bawer dikim ji tunebûnê çêtir e. Di vê tozanê da em 7,78 km meşiyan.

Lê wek do ne sar bû. Do ji sir û sermayê rî û simêla min bûz girt. Ez ji sermayê ne aciz im. Meşa di berfê da pir xweş e.


Li taxa me meşa me deng daye. Kal û pîrên swêdiyên cîranên me giş me nas dikin, giş pesnê me didin, dilê wan dibije me.

Carnan em li hev disekinin, hinekî sohbet dikin. Îro jî em li du heban sekinîn, me ji wan ra qala meşa xwe ya rojane kir. Kêfa wan ji me ra hat, gotin wele helal be ji we ra.


Gotin em we dibînin, hûn nabênê naxin meşa xwe, hûn her roj dimeşin.

Çavên wan li ser me ye. Di paceyên xwe ra bala xwe didin me, em di bin taqîbata wan da ne.


Ji ber ku giş ji me pir extiyartir in, nikanin pir bimeşin. Bîstekê li der dora gola me viz dibin.

Lê kêfa wan pir ji me ra tê. Swêdî ji kesên sportmen û kesên kûçik û piskan xwedî dikin pir hez dikin. Yê me kûçik û pisik tuneye, me bi meşa xwe xwe bi wan daye hezkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE