25 december 2023

Weşanxane ji Fûara Kitêban a Amedê memnûn in

Fûara Kitêban a Amedê do qediya. Fûarê 9 rojan dom kir. 30weşanxaneyên kurdî beşdarî Fûarê bûn û stand vekirin.

Kitêba min,"Antolojiya çîrokên zarokan Hebû Tunebû" çapa Weşanxana Rûpelê di nanv kitêbên herî zêde hatine firotin da bûye. 

Pir kêfxweş bûm.
Haya min ji rewşa Weşanxana Darayê tuneye, hêvî dikim wê jî baş firotibe.

Li gorî xeberên medyaya kurdî îsal Fûar baş çûye, milet eleqeyeke baş nîşan daye. Li gorî îstatîstîkên Odeya Senayî û Bazirganîyê (DTSO) 510 hezar û 756 kes çûne Fûarê.

Bi qasî min taqîb kir, bi qasî min ji rismên di medyaya sosyal da belav bûne û ji kenê ruyên weşanger û nivîskaran fêm kir, nivîskar jî, xwediyên weşanxaneyan jî vê carê ji Fûarê memnûn xuya dikin.

Hêvî dikim texmîna min ne şaş be, weşanxane û nivîskar li karê bin. Belasebeb netahibî bin. Weşanxane karê bikin belkî xêra wan hinekî bigigihîje nivîskaran jî.

Li Swêd nivîskar bi berhemên xwe debara xwe dikin. Înşela rojekê em jî werin wî deraxî.

XXX

Îsal cara pêşî ye rîya min û simêla min ji sermê bûzê, zemherîrkê digre. Di vê serma bi şewat da em 7,51 km meşiyan.

Bedena min germ bû, lê ruyê min, rî û simêla min bûz girt. Poz li min sorb û.

Ji zûda ye swêdiyan Juleke wiha xweş, herder sipîboz xeyal dikir. Îsal Xwedê miradê wan kir, li gorî dilê wan berf û serma da wan.

Helbet xêra wan di me jî gerîya, bi wan ra em jî kêf dikin.

Îro li Swêd Jul e, Noel e. Ez JULA dost û hevalên xwe yên swêdî bi dil å can pîroz dikim.

Min xwarinên Julê, masîyê sîl hazir kiriye, êvarî ezê bixum.

2023-12-24

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE