25 december 2023

Tirk piştgiriya zulm û terora dewleta xwe dikin

Li Tirkiyê dewlet zulmê, îşkencê li me dike, tirk jî jê ra li çepika dixin, halanan di zalim û sadîstan hildidin, ji wahşeta hovan ra dibêjin her bijî, ev hindik e, hinekî din bikin, hinekî din bikujin.

Vîdeoyeke wahşetê ya leşkerên tirk di medyaya sosyal da digere, bi hezaran tirk pê kêfxweş dibin, dibêjin ev hindik e.

Yê li hemberî zulmê ranebe, piştgiriyê bide zulimkaran, qatilan jî zalim e.

Milet ne li pişta terora dewleta xwe bûya, dewletê nikanîbû van hovîtiyan bike.

Desthilatdarên Tirkiye hewqasî pîs in, hewqasî zalim, faşîst û antî-kurd in nahêlin rojekê meriv kêfxweş, dilşa û bextewar bijî. Miheqeq nerindiyekê, zulmekê li kurdan dikin, kezeba meriv diperitînin, meriv xemgîn û heznî dikin.

XXX

Li ser hilbijartinên belediyan Ahmet Davutoglu gotiye, heger li hin bajaran namzedên me bixwazin piştgiriya MHPê ya jî ya AKPê bikin, emê nebêjin çima hûn alîkariyê dikin.

Giş îslamcî ne, pîsê ji hev pîstir in.

Tu qitranê bikelînî nabe şekir, cinsê kê çi be li cinsê xwe dihere.

Ji ber ku Ahmet Davutoglu ji xizmeta, ji zilamtiya Erdogan derketiye baş nabe. Kûçik bi rûçikandinê nabe tajî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE