24 december 2023

Tirkiye dev ji wêrankirina bajarên kurdan bernade

Balafirên Tirkiyê şeva çûnî bi barbariyeke mezin bombe bi ser Tirbesipîyê û Dêrikê da barandin. 

Li gorî beyana wezareta parastinê ya Tirkiyê 29 cî bombebaran kirine. Di nava wan cîyan da îstasyonên petrolê û gelek ciyên muhîm hene.

Ev terorîzmeke pir hovane ye, li ciyê rehetiyê bombebarankirina bajaran, xerakirina avahiyên bingehîn  wahşet e, sûcekî li dijî însanîyetê ye.

Dibê Amerîka, Neteweyên Yekbûyî vê terora Tirkiyê ya li hemberî kurdan rawestîne. Vê dewleta faşîst, antî-kurd kuştina kurdan, wêrankirina gund û bajarên kurdan ji xwe ra kiriye karekî daimî.
Heger dewleta me hebûya me yê jî bersîva van êrîşan bida. Ji ber ku em nikanin zirarekê bidin van barbaran ew jî bêtirs vê zulmê li miletê me yê mezlûm dikin.
Kurdên hîn jî hevalên vê rejîmêne şirîkên van sûcan û van qetlîaman in. Yê zereya ûjdan, xîret, namûsê pê ra hebe nabe hevalê van faşîstên neyarên miletê kurd.

XXX

Serokên me yên başûrê Kurdistanê tu carî dev jikberiya hev bernadin. Çi felaket tê serê wan jî jê ders û ibretê nagirin. Qet guh nadin şîret û pêşniyarên dostên xwe. Ha bibêjî, ha bibêjî vala ye, tu carî baqil nabin.

Bi destê xwe piraniya encûmena Kerkûkê dan ereban. Heger bi lîsteyeke Kurdistanî têketina hilbijartinan 100 fezar rayên wan nedişewitî. Nuha jî dest pê kirine davêjin ji hev da, yek yê din sûcdar dike. Da ber derî, hiş hat serî. Baqiliya derebg bêfêde ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE