23 december 2023

Xwediyê kedê tu carî poşman nabe

Di riya azadiyê da dibê em newestin, bêhêvî nebin. Xwedî baweriyeke qewî û di micadela xwe da bi îstîqrar bin. Xwediyê kedê tu carî ne î poşman e.

Gerek em bi şev û roj bixebitin, xwe biwestînin. Zarokên xwe, ciwanên baş perwerde bikin, ruhê kurdayetiyê bi wan ra xurt bikin.

Ancax merivên zana, yên ji xwe û ji doza xwe bawer kanin zora dijminê me yê har bibin.

Ciwanên jîr, zana di nav nifşên nuh da pir in. Fedekar in, dildar û canfîdayên welatê xwe ne.

Ciwanên me pêşeroja me ne, pêşengên azadî û serxwebûna me ne.

XXX

Reîs bela xwe ji me venake, bûye qîr û di me gerîyaye, em dikin, nakin jê pak nabin.

Bûye mişkekî mirdar, ketiye kevçiyê me. Heta em ji vî mişkê mirdar, ji vê bêla bi don xelas nebin em nikanin ber xwe bibînin.

XXX

Serokê komeleya KODERê Alî Çeven li Stenbolê li taxa Esenyûrdê di hevpeyvîneke kuçeyê ya COTIDIANA NEWSê da li ser bindestiya miletê xwe tiştên pir muhîm dibêje. Dibêje ev dewlet ne dewleta min e, lema jî tu gelşeke wê jî wek gelşeke xwe nabînim.

Gelşeke kurdan a aborî tune ye, gelşa me ya nasnameyê ye.

Hevpeyvîn bi tirkî ye, hûn dikanin di malpera COTIDIANA NEWSê da lê gudarî bikin.

Xortên kurd hêdî hêdî bi xwe dihesin, dibînin bêdewletî koletî ye. Heger em dixwazin kole nemînin dibê em bibin xwedî dewlteke serbixwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE