Piştî vegera xwe ya ji Parîsê min du nivîs nivîsîn. Yek li ser serdana Seydo Aslandag, ya din jî li ser dananîsîna bîranînên Keya Îzol li Estîtuya Parîsê.
Ji bo ku ji mijarê bi dûr nekevim û nivîs dirêj nebin, min qala hin tiştên din
nekir. Di vê nivîsa xwe da ezê qala çend serpêhatiyên xwe, çend tiştên min qal nekiriye bikim.
Di 27´ê mehê da ez û xanima Seydo, Sultan Aslandag, em çûn goristana Père
Lachaise.
Berî ji deriyê biçûk yê dawiyê têkevin nav gorristanê, min
çû du baq gul kirîn, min got ezê her gorrekê gulekê deynim ser.
Dîtina gorrên Ahmet Kaya û Yilmaz Guney pir rehet bû; herdu
jî nêzî hev bûn.
Li ser gorên herduyan jî tije gul bûn, milet ser gorrên wan kiribûn bexçeyên
gul û çîçekan. Gişk jî kulîkên nuh bûn, neçilmisî bûn.
Li kêlek gorrên herduya du bênderên kulîlkan çêbûbûn. Qey rojek, du roj berê
gulên çilmisî ji ser gorrên wan top kiribûn, lê hîn navêtibû.
Sultanê got, tim wiha ye, ser gorrên herduyan jî tim tije gul û çîçek in.
Vê yekê pir bala min kişand. Min li ser gorra tu kesî hewqas kulîlk nedîtibû.
Min xwest ez qala vê yekê bikim.
Hin kesên namerd xwestibûn gorra Ahmet Kaya tahrîb bikin, mermerê wê bişkînin. Pozê
wî, qismekî mermerê gorra wî şakandibûn, yanî gorr hebekî tahrîp kiribûn.
Sultanê got ”faşîstên tirk in”.
Li ser gorra Ahmet Kaya jî, ya Yilmaz Guney jî gelek nivîsên baş û xerab nivîsî
bûn. Hin tiştên xerab min xwest jê bibim lê nebû.
Dema em li gorra Dr. Qasemlo û Şerefkendî digerîyan, me dît komek jin li ser gorra Ahmet Kaya bûn.
Em çûn ba wan. Bi hev ra geh kurmancî, geh tirkî
dipeyivîn. Min silava da wan, min got hûn ji ku ne?
Gotin em batmanî ne, hatine gorrên Yilmaz Guney û Ahmat Kaya zîyaret bikin.
Pîreka bi zor dimeşiya bi wan ra bû, hatibû ba keça xwe, bi gopal dimeşiye. Min û pîrê jî bîstekê
sohbet germ kir, dûra me xatir ji hev xwest.
Min ji yekê ra got, çima hûn carnan bi tirkî dipeyivin, hûn kurd in û wa ye giş jî bi kurdî zanin.
Yeka wek şepalekê bû, bi telefonê ji wan ra rêberî dikir. Got ne sûcê min e, nizanim kî û kî bi tirkî dipeyivin, ez jî mecbûr dibim bi tirkî dipeyivim.
Min got bi tirkî bersîvê nede, bi tirkî nepeyive, ji wan ra bibêje ma ne şerm e em kurd bi hev ra bi tirkî bipeyivin?
Em keniyan...
Gorristana Père-Lachaise pir mezin e, edres tunebe meriv nikane gorra diçe ser
bibîne. Me gorrên Dr. Qasemlo, Şerefkendî
û Ahmet Karlî nedît.
Li dawiya gorristanê ciyekî informasyonê tunebû.
Qulûbeyek biçûk hebû, em çûn wir, yeka reşik lê rûniştibû. Sultan pê ra peyive,
me tu alîkarî jê negirt. Sultanê got, bi tiştekî nizane.
Berî em ji gorristanê derkevin û herin Enstîtuya Kurdî, min berê xwe bi gorran
da kir û got:
”Seydayê Qasemlo û Şerefkendî û kekê Ahmet, min efû bikin, ez hatim vir ji bo
gulekê deynim ser gorrên we, lê me gorrên we nedîtin. Min efû bikin, bi xatirê
we.”
Di vegera gorristanê da Sultanê got aşxaneyeke hemşeriyên te wêranşariyan heye, xwarinên wan xweş in, ezê te bibim wir.
Min çiqas got ez ne
birçî me, dev jê berde per nekir, berê erebê da wê taxa/herêma xerîb lê pir in.
Li rast û çepî haşer maşer bû, cîyekî me erebe lê park bikira tunebû. Kolan pir
dirêj bû. Li ser peyarêkên(kaldirimên) herdu aliyên rê potik, qerpalên kevn,
tiştmiştên kevn difrotin. Bi hezaran însan li ser peyarêkan ketibûn nav hev,
tişt dikirîn û difrotin.
Ez matmayî mam. Ne meydanek bû, li ser riyeke pir dirêj milet ketibû nav hev.
Sultanê got, hin rojên tahtîlan belediye destûrê dide li vir bazarê vekin.
Şufêrekî reşik perakî zêde ji me sitend.
Di 26´ê mehê da, danê nîvro em bi texsiyekê ji otêla exe Panorama çûn
nexweşxana ”Alquier Debrouss paris 20 em” ya Seydo lê bû ya Seydo lê dima.
Şufêr 25 euro ji me sitend. Min got wele pir erzan e.
Di vegerê da jî me ji nexweşxanê telefonî eynî şîrketê kir. Şufêr yekî reşik
bû. Jixwe şufrên texsîyan piraniyeke mezin reşik in. Em dîsa çûn otêla xwe. Got
58 euro.
Mahmûd Lewendî û Sultanê jê ra gotin, em bi texsîyeke şîrketa te bi 25 euroyî
çûn nexweşxanê, te em bi paş da anîn, tu 58 euroyî ji me dixwazî. Ev çawa dibe?
Sultanê û Lewendî çen tişt jê ra gotin, lê mêrik ji ya xwe daneket, me 58 euro
dayê.
Sultanê got ezê telefonî şîrketa te bikim. Telefon kir, bi wan ra peyivî.
Şufêr telefonî Sultanê kiriye, jê ra gotiye numra hesabê xwe, nizanim çi ye ji
min ra bişîne, ezê pera têxim hesabê te. Sultan pê da xeyidîye, me dev jê berda.
Reşo 35 euroyê me li xwe heland.
Di 25ê mehê da dema em çûn otêle keçikeka ciwan resepsîyonê bû. Fransî pir û zû
dipeyivin û rûliken in. Swêdî eksê wan in. Mahmûd Lewendî bi wê fransîya xwe ya
xweş bi keçikê ra dest bi axaftinê kir.
Keçikê bala xwe dida min, dikeniya, bi dest û lepan tiştek ji Lewendî ra digot,
Lewendî jî pê ra dikeniya.
Lewndî vegeriya ser min, got keçik dibêje ev hevalê te pir dişibe bavê min,
eynî wek bavê min e. Ez dixwazim wî himêz bikim.
Ez kenîyam, min got serbest e, lê himêz, mimêz çênebû, tenê di gotinê da ma.
Roja vegerê(28/1) em hinekî zû çûn balafirxanê. Xanima Keya jî ewê bi me ra vegeriya Stockholmê. Em li aşxaneyekê rûniştin. Min dît 4 leşkerên bi keleşînkof li balafirxaneyê viz dibin. Lewendî got êdî ji bo ewlehiya xwe vê tedbîrê digrin.
Û rewşa min a îro.
Xanimê got îro jî ji mal dernekeve, min qebûl nekir. Meşeke kin bû (4,29 km), lê min hinek hewa temîz tenefus kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar