01 februari 2024

Sohbeta Einstein û Chaplîn

Albert Einstein di sala 1931´ê da li Amerîkayê çûbû studyoke fîlmên Hollywoodê. Piştî bîstek ger, ji berpirsiyaran ra dibêje heger mimkûn be ew dixwaze Charlie Chaplîn bibîne, wî nas bike.

Daxwaza dibin digihînin Chaplîn.
Chaplîn daxwazê bi kêfxweşî qebûl dike û herdu navdar û zanayên mezin êvarî tên ba hev, bi hev ra şîvê dixwin.
Dest bi sohbetê dikin. Albert Einstein ji Chaplîn ra dibêje:

-Di sinetê we da tiştê herî zêde teqdîr dikim gerdûnîbûn e, unîversîalî ye. Hûn gotinekê jî nabêjin, lê dinya hemû we fêm dike.

Charlie Chaplin dibêje:
-Rast e. Lê îhtîşama we hîn mezintir e. Dinya hemû heyranê we ye, lê tu kes qet tiştekî hûn dibêjin fêm nake.

Çend gotinên Chaplîn:

-Jiyan di qada teng da trajedî ye, di qada fireh da komedî ye
Charlie Chaplîn:

 -Ez bi Xwedê ra di nav aştiyê da me. Leca min bi însanan ra ye.

-Felsefeya min baweriya bi azadî ye. Sîleha min ken e. 

Zimanê min jî dengê dilê min e.

Gotinên Alber Einstein:

-Ne li kesên bersîvên wan hene, li însanên pirsên wan hene gudarî bikin
-Heta ku însan zorê nede sînorên êqil nikane bigihîje tu tiştî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE