01 februari 2024

Radyoya Swêd dixwaze Beşa Kurdî bigire!

Radyoya Swêdê biryar daye piştî weşana 23 salan ewê beşa kurdî bigire. Di 1´ê nîsanê da ewê dawî bide weşana kurdî.

Ev xebera ji nişka ve kurdên swêd giş xemgîn kirin. Kurdên Swêd tiştekî wiha nedipan.
Berpirsiyarên Radyoya Swêd dibêjin xwedêgiravî hewcedariya kurdan êdî bi weşaneka kurdî nemaye, çimkî kurd êdî entegre bûne, kurdên Swêd bi swêdî zanin.
Ya din jî, rewşa aborî dikin sebebê vê biryara xwe, dibêjin ew mecbûr in hin mesrefên xwe kêm bikin. 

Herdu sebebên nîşan didin jî ne cidî û ne rast in. Li Swêd hewcedariya kurdan hîn jî bi weşaneke kurdî heye, gelek kal û pîrên kurd bi swêdî nizanin.
Argumenta aborî jî ne rast e, Beşa Kurdî li ser aboriya Swêd ne bar û kulfeteke giran e. Butçeya Beşa Kurdî ne meblaxekî mezin e.
Bi baweriya min berpirsiyarên Swêd serî li hemberî zextên Tirkiyê tewandin, yanî li ser daxwaza Tirkiyê dixwazin Beşa Kurdî bigrin.
Beşa Kurdî ev 23 sal in ji bo kurdên Swêd nûçeyan li ser kultur, civatî, aborî , siyasî diweşîne. Bi xêra weşanên Beşa Kurdî, kurdên Swêd ji pêşketin û guherînên li Swêd diqewimin haydar dibin.

Wek kurdekî bi xeberê û pir xemgîn bûm. Bi texmîna min tiliya Tirkiyê di vî îşî da heye, Tirkiye Beşa Kurdî dide girtin.

Ev texmîna min ne bêbingeh e, dibê kurd vê meselê bikolin û li dijî vê biryara Radyoya Swêd derkevin.

Dezgehên kurdan, nivîskar û parlamenterên kurd dibê bi dostên xwe yên swêdî ra vê biryara Radyoya Swêd rexne bikin û Beşa Kurdî nedin girtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE