01 februari 2024

Fîlozofê Amedê bi namerdî dan kuştin

Remazan xoce, Fîlozofê Amedê, bi navê wî yê rastîn Ramazan Pîşkîn, do li Stenbolê, li herêma Fatîhê, di dikana wî da bi namerdî dane ber kêran, kuştine.

Qatil yek e, çend kes in hîn ne diyar e. Pûlis gotiye wan qatil girtine.
Hêvî dikim yê hatiye girtin qatil be û sebeb eşkere bibe. Bi îhtîmaleke mezin bi esrarkêşekî kurd dane kuştin.

Ramazan Pîşkîn ne merivekî dîn bû, erê jiyaneka bêserûber dijiya. Lê derwêşekî temam bû, jiyana derwêşekî dijiya.
Belkî bê mal bû, carnan li derve dima. Çimkî qîmet nedida mal û milkê dinyayê.
Merivekî li gorî xwe zana û bi kultur bû, dîtinên wî, vîdeoyên wî hêzên dîndar, îslamîst, faîşîst pir nerehet dikir.
Bêyî hêzên îslamîst kes naçe Remezan Pîşkîn bi vê namerdiyê nakuje.
Hin hêzan îslamî biryara kuştina wî girtin û ew bi sûtalekî, bi diz û esrarkêşekî dan ber kêran, bi namerdî dan kuştin.
Bi îhtîmaleke mezin qatil jî ewê kurd be, belkî ew jî diyarbekrî be.
Di kuştina wî da bi îhtîmaleke mezin haya pûlis û îstîxbarata Tirkiyê jê heye, wan îzin daye.
Yanî kuştina Remezan Pişkîn cînayeteke siyasî ye û hin hêzên îslamî yên tirk li pişt vê cînayetê ne.
Û ne dûr e tiliya îstîxbarata tirk jî di cînayetê hebe.
Piştî xebera kuştina wî di medya yê da belav bû, hin kurd dibêjin we çi ji vî ”belengazî”, we çi ji vî ”feqîrî” xwest?
Ramazan Pîşkîn ne ”BELENGAZ” bû, ew merivekî zana, bi kultur û xwedî fikir û bawerî bû. Dîtinên, şiroveyên wî yên li ser dîn, îslamê, li ser Quranê û di gelek warên din da hêzên îslamî pir aciz dikir. Lema bi namerdî ew kuştin.
Meriv ji yekî wek Ramazan Pîşkîn zana, xwedî fikir û bawerî ra nabêje ”belengaz û feqîr”!
Çeteyên îslamî kurdekî li dijî xwe kuştine, cînayeteke siyasî ye.
Ez wî nas nakim, min li çend vîdeoyên wî temaşe kirine, giş bi tirkî bûn. Gelo axaftinên wî yên bi kurmancî ya jî zazakî hene?
Heta nuha kesî li ser jiyana wî tiştek nenivîsîye. Gelo ji ku ye û axaftinên wî bi kurdî hene ya na?
Li ser doz û micadela kudan çi difikire, çi dibêje?
Hinek li ser van tiştan, li ser jiyana wî, bi kurdî axaftinên wî hene ya na, tiştekî binivîse ewê pir baş be. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE