02 februari 2024

Qey parêzvanên min raketibûn

Mehek berê(6/1-24)li merkeza tendurustiyê 3 derzî li ser hev li min xistin.

Hemşîreya derzî li min xist, got ev derzî pir baş in, ewê te ji her babet nexweşiyê biparêze. Corona, bapêş, mapêş, tu nexweşî êdî ewê nikanibe xwe nêzîkê te bike, bela xwe di te bide.

Ev hersê derzî wek parêzvan, wek çekdarên bedena te ewê te ji nexweşiyan biparêzin.

Min got heger were be pir baş e, li hemberî nexweşiyan ez êdî ji desthilanîn da ketime, çekdarên min biparêzin hebin baş e, ezê rehet bikim.

Lê du hefte di ser derziyan ra derbas bû, bapêşê xwe gîhand min, ev hefteyeke bîn li min çikandiye.

Min tu fêda aşiyan, çekdar û nobetdaran nedît.

Heger bi rastî jî aşîyên(vaksînên)Swêd parêzvanên min bûna, dibê nehîştana ev bapêşa(arsima, zekema)pîs xwe bigihînda min.

Ya parastin derew e, derzî ne tu derzî ye, ya jî parêzvanên min fîrar kirine, ya jî dema bapêş hat raketîbûne.

Ez ditirsim bi navê aşiyê avê şirinxeyî bedena me dikin. Lema bapêşê rehet xwe gîhand min û ezavêtim ji erdê da. Min û xanimê biryar da, em tu derziyên din li xwe naxînin, aşî-maşî nabin.

Ne xêra reçeteya dayika min a rahmetî bûya ezê perîşantir bibûma. Bi xêra dermanên wê, zencefîl, sîr, leymûn, hingiv ez hinekî baş bûme.

Lê ya xerab min di xanimê gerandiye, nuha jî ew nexweş e, di nav nivînan da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE