02 februari 2024

Van rojan bapêş li Stockholmê pir çerx dibe !

Bi xêra bapêşê, min îro ji devê xortê cîranê me yê ji Konyayê tarîfeke belavbûna bapêşê ya xweş bihîst.

Bapêşa pîs ji mala me dûr nakeve. Ez hinekî baş bûm, lê ji do da ye xanim pê ketiye, îcar ew di nav nivînan da ye. Dengê wê ketiye.

Ji bo ew nexweş e, ez tenê çûm bîstekê gerîyam û hatim. Li ber malê rastî lawikê cîranê me Emîr hatim. Ji kar dihat.Em li hev sekinîn.
Malbateke ji kurdên Konyayê ye. Me li halê hev pirsî, got:

-Xalo, tu çawa yî?

Min got, min serma girtibû, çend rojan nexweş bûm. Nuha baş im. Lê vê carê jî xanim nexweş e. Got:

-Xalo, nexweşî van rojan pir çerx dibe…

Kurmancîyeke rastîn û wek şekir e.

Çend nivîskarên bi nav û deng kanin belavûna bapêşê, vîrusekê wiha xweşik tarîf bike?


Bi texmîna kêm nivîskarên me kanin bi vê kurmancîya xalis, muxlis û pakmayî zêdebûna bapêşê tarîf bikin.


Di kurmanciya kurdên Konyayê da gotinên tirkî hene, lê kurmanciya dipeyivin otantîk e, hin gotin û formên pir kevn, pir xweş di kurmanciya wan da mane, ew gotin û form li kêm derên Kurdistanê mane.


Di ser da ev xortê got, ” Xalo, nexweşî van rojan pir çerx dibe”, 22 salî ye û  li Swêd hatiye dinê, li vir mezin bûye. Lê kurmancîya wî wek ya merivekî bêyî kurmancî bi zimanekî din nizanibe.

Ev xort di dibistanên Swêd da xwendiye, bi tirkî û îngilîzî baş zane, lê dîsa jî kurmanciya wî dejenere, deform nebûye. Dema dipeyive debokawî xalis û muxlis kurmancî ye, tesîra zimanekî din li ser tuneye.
Berê jî min du caran qala vê malbatê û vî lawikî kiriye.

Di kurmancîya kurdên Konyayê da gelek, peyv, biwêj û formên kurmancî yên xera nebûne hene.

 
Kurdên Konyayê ji bo kurmancî erdekî beyar e, hêjayî lêkolînê ye. Dibê etnolog, fîlolog herin nava wan, him li herêma Konyayê, him jî li dîasporayê di nav wan da hin lêkolînan bikin, kurmancîya wan qeyd bikin. 

Hgeger ev kar hatibe kirin tiştekî por baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE