03 februari 2024

Xwedê pîreka kesî nexweş nexîne

Ez gotina xwe ya dawî di serî da bibiêjim; Xwedê pîreka (xanima) kesî nexweş nexîne.

Ev çend roj in xanima min bi bapêşê ketiye, di nav nivînan da ye, dûzana min sero bin bûye.
Ez nabêjim bira nexweşiya wê were min, lê jê ra dua dikim, dibêjim şalê zû baş bibe. Ji bo ku ez rehet bikim.

Min nuha çû jê ra heb kirî, dixwazim zû rehet bibe, ji bo ku her tişt were qeys û dûzana berê.

Mêr nexweş be ne xem e, dolaba malê wek seetê digere, xwarin tê ber meriv, şîv çêdibe, mal paqij dibe, ruyê nivînan tê guhertin, ferax û kinc tên şuştin.

Yanî mêr nexweş be jî jin tivdîra malê baş digerîne. Lê gava ew nexweş dikeve, rewş diguhere, dibê meriv xwe fêrî rûtîneke din bike. Ew jî ne rehet e, jê ra wext û tecrûbe lazim e.

Ji bo ku ez tenê nebim kebanî û xanim jî di nav nivînan da nenale û neke kuxtekuxt, min çû jê ra heba herî baş kirî. 

Hêvî dikim heb tesîra xwe zû nîşan bide, wê ji nav nivînan rake, bike pîvaz, min jî ji bin vî barê giran xelas bike.

XXX

Serê sibê ya elah, ya fetah, gava kompîtora meriv venebe, hema viz be û viz be, qet ne xweş e.

Xwedê kir koteka min a kevn heye, min xwe avêt dexlê wê, got çik û vebû, bêvizîn û nazdarî xebitî.

Ya din hîn viz dibe, derdê wê çi ye ez nizanim. Hema heta jê tê bira nexebite, ez kanim karê xwe bi kota xwe ya kevn bimeşînim. Wele eyn wek yeka nuh dixebite. 

Hesinê berê, wek însanên berê saxlem in, tiştên nuha bi piranî qelp in. Xweşik in, lê qelp in. 

Dibê meriv bi şûfê nexape.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE