Di medyaya sosyal da gelek tiştên ez şaş dibînim, rast nabînim tên gotin.
Ma meriv kane şaşiyê li xelkê qedexe bike?
Ma mimkûn e her kes rastgo û rasto be?
Ma mimkûn e her kes tiştên li gorî dilê meriv bike û bibêje?
Belkî jî meriv di fikrê xwe da şaş be.
Ne şert e meriv her tiştê şaş dibîne rexne bike. Meriv ne kane qûna dinyayê rast bike, ne jî şaşiyê, derewan li însanan qedexe bike.
Carnan jî dibê meriv kanibe bi xwe, devê xwe bigire, li bûyeran, li tiştên diqewimin sêr û temaşe bike.Meriv bi xelkê nikane, lê bi xwe kane...
XXX
-Tu êqil bikujî exlaq jî dimre. Gava aqil û exlaq bimre
milet perçe dibe. Roja tu hakim bikire edalet dimire. Roja tu edaletê bikujî
dewlet jî dimre.
Dibêjin ev gotin ya Fatih Sultan Mehmet e, ez bawer nakim,
dagirkerekî wek wî gotineke wiha nake, lê kê gotibe rast e. Numûneya vê rastiyê
ya berbiçav Tirkiye ye.
Li Tirkiyê bi însanan ra ne aqil hîştine, ne jî exlaq.
Heger pirîska êqil û exlaq bi însanan ra maba li Hatayê di
nav kavilên erdhejê da ji Erdogan ra li çepikan nedixistin.
Edalet ji xwe ji zûda ye hatiye gorkirin.
XXX
”Halîde Edîp Adivar ji Demircî Efe pirsîye:
-Tu çima zulmê li xelkê dikî?
Demircî Efe bersîv daye:
-Îdarekirina xelkê ya bi ilim dibe, ya bi zulmê. Li ba min
ilim tune ye.”
Ev diyaloga Halîde Edîp sosyolijiya tirkan xweş tarîf dike.
Sed sal e zaliman, dîktatoran dikin serokên xwe. Ji bo ku zalim zulmê li kurdan
bikin, ji zaliman hez dikin.
XXX
Serê sibê ya elah, ya fetah, gava kompîtora meriv venebe,
hema viz be û viz be, qet ne xweş e.
Xwedê kir koteka min a kevn heye, min xwe avêt dexlê wê, got
çik û vebû, bêvizîn û nazdarî xebitî.
Ya din hîn viz dibe, derdê wê çi ye ez nizanim. Hema heta jê tê bira nexebite, ez kanim karê xwe bi kota xwe ya kevn bimeşînim. Wele eyn wek yeka nuh dixebite.
Hesinê berê, wek însanên berê saxlem in, tiştên nuha bi piranî qelp in. Xweşik in, lê qelp in. Dibê meriv bi şûfê nexape.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar