04 februari 2024

Carê fêrî zulmê bûne

Serê salan e kesên zalim, dîktator miletê tirk îdare dikin. Ji bo ku zulmê pir ajotiye, tirk êdî ji zaliman, ji dîktatoran, ji diz û sextekaran hez dikin.

Gava yekî pak, demokrat dedikeve hemberî wan, jê cunî dibin, piştgiriyê nadinê, jê direvin.

Çimkî carê elimîne merivên zalim, zulimkar, dîktator. Lema jî li Tirkiyê tu carî merivekî bi rastî lîberal, demokrat, azadîxwaz nayê ser hukim, tirk rê nadin merivên wiha.
Serokên wan dibê yekî jê bitirsin, jê bibizin, dibê yekî bi xof be. Kes newêribe ji tirsa devê xwe li hember veke. 

Tirk fêrî zulmê, birçîbûnê, perîşaniyê û lêdanê bûne. Azadî, wekhevî, demokrasî, hebûna edaletê wan ditirsîne, dibêjin ev çi ye?
Gava yek qala van tiştan dike jê dikevin şikê, dibêjin ev yekî nêtxerab e, dibê meriv hevza xwe jê bike.
Gerek serokên wan tim yekî zalim, dîktator, bêûjdan û baş neyarê miletê kurd be.
Siyasetmedarê dijminatiya kurdan bike tirk didin ser serên xwe û naxwazin ji wir deynin.

XXX

 De înşela wer be, tirnîna ji nînayê xweştir be…

Amerîkayê do bi şev li Îraqê, li Sûriyê û li Yêmenê 85 cî, şargehên Pasdar, Supayê Quds û terorîstên Îranê xist. Amerîka mêr e, miheqeq heyfa xwe digre.

Çend roj berê çeteyên Îranê li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê kuştin, 15 heb jî birîndar kirin.

Amerîkayê got erîşkar Îran e û emê viya ji Îranê ra nehêlin.

Bîden gotiye ev nîna ye, tirnîna hîn maye. De înşela wer be, tirnîna ji nînayê xweştir be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE