Helîm Yûsif ji kurdên bi tirkî dinivîsin ra gotiye:
”Wê rojek bê tu yê fêm bikî tirk ne ji bo edebîyata te ji te hez dikin; ji zimanê xwe, ji wî zimanê tu pê dinivîsînî hez dikin. Tu çîrokên miletê xwe, xeyal û efsaneyên wî, reng, deng û hemû hûrgiliyên jiyana wî ji edebiyata wan re dike mal. Heman tişt ji bo kurdên erebînivîs û farisînivîs derbas dibe.”
Ev tespîta Helîm Yûsif sedîsed rast e. Ji bo ku hin kurd bi
zimanê xwe nanivîsin, paletiyê ji tirkî ra dikin, zimanê tirkî bi pêş dixînin û
dewlemend dikin, formên nuh, reng û dengên nuh dixin nav edebîyata tirkî,
helbet ewê kêfa tirkan ji wan ra were. Helbet ewê ji kurdan ra bibêjin eferim ji we ra û pesnê wan bidin.
Lê ev pesindarî ji edebîyata wan bêtir, ji zimanê tirkî ra ye, mêrikan kurdan bi pesnên derewîn teşqîqî nivîsîna tirkî dikin, rê li ber pêşketina kurdî digrin.
Tirk ji kurdî ra jî eynî xizmetê bikin, ez jî kêfxweş bibim û pesnê wan kesan
bidim.
Ji sala 1980´î vir da ye ez dibêjim kurdên bi kurdî zanin gerek bi tirkî ninivîsin,
bi kurdî binivîsin, bibin nivîskar, edîb û şairên edebîyata kurdî. Ya rast û ji
bo miletê kurd bi fêde ev e.
Dibê em bi eserên xwe ne bexçeyên farisan, ereban û tirkan, bexçê xwe xweşiktir
bikin, gul û çîçekên bexçeyên edebîyata xwe zêde bikin.
Lê ji bo gelek kesan terikandina tirkî bi qasî dînguhertinê zor e. Dema tu ji
wan ra dibêjî bi tirkî nenivîsînin, fena ku tu bibêjî herin ser dînekî din, ya
jî qewmîyeta xwe biguherînin.
Lema kesên bi tirkî dinivîsîn zû bi zû dev ji tirkî bernadin, yên berdin ji
sedî belkî ne deh e jî.
Helîm Yûsifqala fenoneke nuh kiriye, gotiye
”Di vê dema dawiyê de li rojavayê Kurdistanê, modela zimanê
dayikê yê duyem derxistine. Dibêjin erebî ji bo me ne zimanekî xerîb e, ji ber
ku ji berê de zimanê dînê me ye û ew jî zimanê me yê dayikê yê duyem e.”
Xizmetkar û paleyên erebî fûtiyek nuh ji xwe ra dîtine, ji bo ku dev ji
xizmetkariya erebî bernedin, dîn û îslamîyetê ji xwe ra dikin mertal.
Erebî zimanê dînê tirkan, farisan, azerîyan, ozbekan, arnawitan e jî.
Lê nivîskarên wan miletan ji bo ku ew misilman in bi erebî nanivîsin, her kes
bi zimanê xwe dinivîsîne, edebîyata xwe ya netewî bi pêş dixîne.
Çima emê eksê wê bikin?
Heger Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî ne bi kurmancî, bi erebî
nivîsîbûna nuha edebîyateka me ya kilasîk tunebû. Êro bi xêra berhemên wan em
kurd pesnê xwe didin û dibêjin edebîyateka me jî heye, em ji ereb û faris û
tirkan ne kêmtir in.
Misilmantî, dîn dibê me asîmîle neke, me neke ereb û zimanê me jî neke erebî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar