06 februari 2024

Hîn jî ne dereng e

Akademîsyenên kurd, siyasetmedarên kurd hêdî hêdî fêm dikin herî kêm nîvê zarokên 0-18 salî asîmîle bûne, bi kurdî nizanin.

Musebîbê vê felaketa mezin a netewî bi qasî dewletê, dê û bav û hêzên kurd yên siyasî ne. 

Ew li dijî asîmîlasyonê ranebûn, milet şiyar nekirin, wan jî zarokên kurd bi dewletê ra asîmîle kirin. Nuha pê hesiyan e mesele pir didî ye, nifşên nuh ji kok da asîmîle dibin.
Lê hîn ne dereng e, meriv kane rê li ber vê felaketa mezin bigire.

Nuha dibînin heger wiha dom bike, heger hin tedbîrên vidî, radîkal neyên girtin çend salên din kurd ewê bibin miletekî bi kurdî nizane, zimanê kurdan ewê bibe tirkî. 

Ev jî felakareke netewî ye, tirkbûna miletê kurd e.
Ev îş bi beyanan tenê nabe, dibê bi pilan û program di praktîkê da hin gavên cidî werin avêtin.

XXX

Gelek caran meriv qîmeta tiştê di dest xwe da, tiştê meriv di nav da ye nizane.

Mesela meriv qîmeta welatê xwe, bajarê xwe, gundê xwe baş nizane, têr lê nagere.

Meriv dûrketinê, revê, sirgûnê tu carî nayne bîra xwe.

Piştî meriv jê dûr dikeve, meriv dike ax wax, dibêje çima dema ez li wir bûm, ez têr lê negerîyam, çima min wek hundur kefa destê xwe nas nekir?

XXX

PDK´ê û YNK´ê biryar dane di hilbijartina encumena Kerkûkê da bi hev ra hereket bikin. Nûnerên xiristiyanan jî bi wan ra ne.

Ereb û tirkmenan civîn boykot kirine.

Ev tifaqa kurdan pir baş e, lê pir dereng ma. Dibê di hilbijartinan da jî bi yeklîsteyê têketana hilbijartinê. Wê demê ewê 2 nûnerên din jî derxistina.

Yekîtî, tifaq dibê di wext û zemanê xwe da bibe, gava bi dernegî dibe kane hêza xwe, tesîra xwe kêm bike.

Ereb û tirkmen dixwazin ji vê tifaqa kurdan ya derengmayî sûdê bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE