07 februari 2024

Peyva xweş mar ji qulikê dertîne

Bira vêsê jî destpêk bi çend aforîzman, bi çend gotinên xweş, mişt aqil û şîretên baş bin. Peyva xweş kê gotibe kêfa min jê rat ê. Peyva xweş, xweş e, mar ji qulikê dertîne.


-Heger tu ji şaşiyê ra li çepika dixe, fikrê te tune ye
Heger tu xwar û rast ji hev nagerînî, aqilê te tune ye.
Heger tu li derewê xwedî derdikevî, tu bêexlaq î.

XXX

-Rojek tê, vegera ji hin riyan, lêborîna ji hin çewtiyan, maneya hin însanan namîne

Turgenyev

XXX

-Têkiliya te ya bi însanan ra bira wek têkiliya te ya bi êgir ra be. Pir dûrnekeve, tu yê biqefile. Pir nêzîk nebe, tu yê bişewite.

Sadî Şîrazî

-Guherîna hin însanan nepên. Mar tenê postê xwe diguhere, ne xuyê xwe.

-Hingiv bi mar dane xwarin, dîsa jahrî verşiya ye. Merivê nankor tim nankor e.

XXX

Meriv ji hespê bixeyide naçe bi ker ra hevaltiyê nake.

"Yê ji hespê bixeyide û ker wek hevalê xwe yê rê hilbijêre dera herê axur e."

Hûn ji xeyidin qenekê nebin hevalê keran.

XXX

-Qala her halê xwe neke, tu yê bêqîmet bibî. Baweriya xwe bi her kesî neyne, tu yê di rê da bimînî.

Her sirê xwe nede der, tu yê bi tenê bimînî.

-Dibê meriv berê rastiyê bizanibe.

-Merivekî baş dema mir ji bo wî negrîn. Esas civata ew wenda kir dibê bigirî.

///Farabî

XXX

Ne şert e meriv alimê cîhan be, her tiştî bizanibe. Meriv ne bêwefa be, wefadar be, çêyiya bi meriv bû ji bîr neke, qedir û qîmeta merivên layiq bizanibe bes e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE