07 februari 2024

Tirkiye dîsa li dû fitne û fêlbaziyekê ye

Tirkiyê heta nuha tim xwestiye bi zor û bi hîlebazî micadela kurdan ya azadî û serxwebûnê têk bibe, pûç bike, zeîf bike. Tikriyê di vê fêlbaziya xwe da gelek zirar daye kurdan, gelek caran kurd perîşan kirine, lê micadela kurdan ya azadî û serxwebûnê neqediya ye û tu carî jî naqede.

Tirk çi bikin jî kurd ewê rojekê azad bibin, Kurdistan miheqeq ewê çê bibe.
Tirkiye dîsa li dû fêlbaziyekê ye.

Ev demeke trafîqa nabêna Anqerê û Hewlêrê zêde bûye, piştî serdana serokê MITê, nuha jî wezîrê parastiyê û serfermandarê artêşa Tirkiyê li Hewlêrê ne. 

Ez bawer bawer nakim ji bo xêrê çûbin, miheqeq dîsa li dû fitne û fêlbaziyekê neke; dixwazin kurdan berra hev bidin.
Hêvî dikim PDK neyê lîstika tirkan û nekevve feqa wan.
Dijminatiya tirkan ne bi partiyan ra ye, ne bi şexsan ra ye, bi azadî û serxwebûna kurdan ra ye; dixwazin kurd li tu derê azad nebin, Kurdistan çênebe.
Tirk kanin wê rojê hinekî dereng bixînin, lê nikanin ji ortê rakin, Kurdistan ewê çêbe, kurd ewê azad bibin.
Dibê tirk û dinya tiştekî baş fêm bikin, heta Kurdistanek çênebe, heta kurd jî nebin xwedî dewleteke serbixwe, ne şer û teşxele diqede, ne jî aştî û aramî tê herêmê.
Îstîkrar û rehetiya herêmê girêdayî azadî û serxwebûna kurda ye.
Helbet mesela filistîn jî muhîm e, dibê ew jî were çareserkirin. Heta ev herdu milet negihîjin mafên xwe yên netewî tu carî şer ranaweste.

XXX

Roja Ramazan Pîşkîn hat kuştin partiyan, siyasetmedaran, kesên ew nas dikirin qala fikrên wî yên siyasî nekirin. Siyasetmedaran, partiyan beyanên dilşewat dan û bi beyanên xwe bûn sebebên hin şaşiyên mezin.

Bi mahkûmkirina cînayetê ra dibê roja pêşî ew, fikrên wî yên li ser kurd û Kurdistanê bi milet bidana nasîn. Ev nekirin. Nuha hin vîdeoyên wî yên antî-kurd belav dikin, gotiye Şêx Seîd ne kurd e, zaza ye. Yanî mêrik dibêje zaza ne kurd in. Qey ew jî zazayekî xwe kurd nedihesband bû.

Xwezî kesên ew nas dikirin roja pêşî ev aliyê wî jî eşkere bikirina. Meriv li dijî qetlê derdikve, lê meriv bizanîbûya kî ye, li ser doza miletê kurd çi difikire baştir bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE