08 februari 2024

Dibê meriv xwediyê soza xwe be

Dibê meriv xwediyê soza xwe be. Meriv sozek da yekî, got ezê filan tiştî, heta filan wextê bikim, dibê meriv bike, soza xwe bîne cî. Gava nekir, nikanîbû bike, dibê bibêje çima nekir?

Bêdengman ne xweş e, baweriya însanan bi meriv namîne, meriv bêîtîbar dike.

Tu sebeb, tu berjewendî ne hêjaye meriv gotina xwe bixwe, soza daye neyne cî.

Ez merivekî pir deqîq in, tu carî dereng naçim civînekê, hevdîtinekê.

Qewlê mezin, biçûk, muhîm ne muhîm tuneye, meriv sozek da yekî dibê xwediyê soza xwe be.

Min çi soz dabe kê miheqeq bicî aniye.Heger astengiyek derketibe min gotiye, çima neçûm, çima nebû...

XXX

-Ya tu yê dilê xwe bi temamî vekî, ya jî qet hewil nedî. Cûnê evînê tune ye, ya tu yê reş hilbijêrî, ya jî sipî hilbijêrî.

Şemsî-Tebrîzî

-Her kes bi merivên li gorî fitrata xwe li dera dibê ew li bin.

Ne hûn kanin qirikê fêrî bexçeyên gulan bikin, ne jî bilbil fêrî ser sergo bikin.

Mewlane

XXX

Hin însan axaftinên xwe, hevpeyvînên xwe pir dirêj dikin, meriv ji gudarîkirinê, ji xwendinê diweste.

Gelek caran ez nikanim heta dawî lê gudarî bikim, bixwînim. Di ser ra qevz dikim. Tiştê meriv bixwîne, gudarî bike pir in, lê wext hindik e.

Dibê meriv li ”kesê zêde dirêj dike kin gudarî bike…”

XXX

Di jiyanê da carnan însan ji ber hin tiştên kirine poşman dibe, carnan ji ber hin tiştên nekirine. Lê poşmanî tiştê çûyî bi paşda nayne. Tiştê çû meriv nikane bide dû û bi paşda bîne. Tenê ji meriv ra dibe ders, carnan jî dibe derd.

XXX

Dijmin tu carî ji mere hez nake. Heger dijminê te ji te hez kir bizanibe di ruhê te da, di şexsîyeta te da qelsiyek heye, dijmin dixwaze jê fêdê bigire.

Merivê baqil tu carî ji rûkenî û zarşîrîniya dijminê xwe bawer nake, pê ra nabe dost.

-Ji bo ku tu dijminekî ji ortê rake, riya herî baş pê ra bibe dost.

Abraham Lincoln

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE