09 februari 2024

Rî dibe bihost dagirkerên welatê meriv nabin dost

Dijminên me jîr in, baqil in, xwe wek dost nîşan didin. Lê di rastiyê da gurên har in, neyarên qewmê kurd in. Tu carî nabin dostê tu kurdî.

Dagirkerên welatê meriv nabin dost û hevalên meriv, ev ne mimkûn e.
Kurdê bi dijmin ra, bi dagirkerê wealtê xwe ra hevaltiyê bike gorra xwe dikole.

Dijminên me, serokên Tirkiyê siyaseteke serketî dimeşînin, bi hinekên me ra şer dikin, bi hinekan ra jî hevaltiyê, dostiyê dikin.
Lê dostiya wan dostiya gur e, ji bo ku berx bixwe.
Vê gotina pêşiyan ji bîr nekin, rî dibe bihost, dijmin nabe dost.

XXX

Carnan meriv li tiştên diqewimin temaşe bike baş e. Ji meriv ra dibe ders. Meriv dibîne kî dost e, kî dijmin e?

Kî rastgo ye, kî virek e?

Kî gur e, kî çeqel e?

Kî şelaf e, kî camêr e?

XXX

Berfa Stockholmê dîsa bi paş da hat. Li derve berfeke hûr û hûr dibare. Îsal zivistana me pir dirêj ajot. Wer xuya dike bihara me jî ewê dereng were. De em û şansê xwe.

Berfê Stockholma xopan sipî boz kiriye. Derve 6 derece sar e, her der di nav bêdengiyê da ye. Vêsê dengê çivîkan jî nayê. Berfê, sermayê ew jî bêdeng kirine. Ez tenê şiyar im û tike tika min e.

XXX

Tarîxa hilbijartinên belediyan nêz dibin. Siyasetmedarên tirk ji bo rayên kurdan bigirin dest bi vir û şelafiyan kirine.

Carnan bi xwe, carnan jî bi devê hin kurdên bûne zilamên tirkan kurdan zeytd dikin.

Gerek kurd êdî nexapin, çimkî gişk ceribandine; yek ji yê din xerabtir e.

Dibê meriv ji yekî ra jî nebe destiyê kêrê, rayên xwe nedin tirkan, bidin xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE