09 februari 2024

Bi kitêbekê zarokên kurd dilşad bikin

Li Stenbolê Kitêbxaneya Medyayê ji bo zarokan kampaniyeke kitêban bi navê ‘‘Ji Yên Dû Min Re’’ daye destpêkirin.

Hûnê kitêbekê ya jî çend kitêbên zarokan bikirin û wek diyarî bidin Kitêbxaneya Medyayê.

Kitêbxane jî ewê mohra diyariyê li wan kitêban xîne û belaş li zarokên me belav bike.

Kurdên Stenbolê, ji vî karê baş, giranbiha bêpar nemînin, herin bi kitêbekê dilê zarokan şad bikin.

Li gorî hin texmînan li Stenbolê li dora 4 milyon kurd dijîn. Ji 4 milyonî 40 hezar kurd herin kitêbek, du kitêban diyarî zaokên kurd bikin ewê ji bo zimanê kurdî, ji bo zarokên me karekî pir hêja û bi fêde bikin.

Kirîna kitêbek, du kitêban ne perakî pir e, ji 4 milyon însan 40 hezar kes heger bixwazin, hegr dil bikin kanin vî karî bikin.

Kibê min Hebû Tune bû, Antolojiya Çîrokên Zarokan çapa 4´a ya berfirehkirî derketiye. 213 xemîşokên(çîrokên, fabilên)pir xweş têda hene. 

Herin ji zarokên xwe ra, ji zarokên nas û dostên xwe ra bikirin, bira zarokên me ji van xemîşokên kilasîk bêpar nemînin, bira zimanê wan dewlemend bibe, bira edebîyata miletê xwe nas bikin, bi wê edebîyatê mezin bibin.

Her kes nikane her karî bike. Hin însan çîrokan, kitêban dinivîsînin, hinek difroşin, dibê hinek jî bikirin, bixwînin û bidin xwendin.

Min û gelek nivîskarên din ji bo zarokên me bi çîrokên kurmancî ra, bi edebîyata zarokan ra aşîne bibin bi salan xemîşokên gelêrî top kirin û wek kitêb çapkirin. 

Nuha jî dibê hûn wan kitêban bikirin û diyarî zarokên xwe bikin. 

Xwendina xemîşokan ji bo perwerdeya zarokan, ji bo pêşketin û zengîbûna zimanê wan, firehbûna asoya wan a xeyalî gelkî muhîm e. 

Hêvî dikim kurdên li Stenbolê dijîn herin Kitêbxaneya Medyayê û kitêbekê diyarî zarokên kurd bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE