10 februari 2024

Gotin pere nake lê bêdengî jî ne rast e

Van rojên dawî minaqaşeyên li ser hilbijartinên belediyan geş bûne. Her kes tiştekî dibêje, li ser tifaqên siyasî, li ser dibê kurd çi bikin tiştekî dibêje.

Ez bawer nakim, siyasetmedarên me, serokên partiyên me guh bidin dîtin, pêşniyar û şîretên li van deran tên kirin.

Emê fikrên xwe bibêjin, lê ez bawer nakim kes guh bide fikir û pêşniyarên me. Em xwe li ber baranê şil dikin, lê bêdengî jî ne rast e.

Tiştê ez zanim kî, kîjan partî li gorî têkiliyên xwe çi rast dibîne ewê wiya bike. 

Wek her kesî, kurd jî li gorî berjewendiyên xwe yên netewî hereket bikin, siyaseteka li gorî wê bimeşînin baş e.

Çi rastê wan, çi çepê wan, dibê meriv nebe gopalê destê tu partiyeke tirkan.

Kurd kanibin di cepheyekê da bin, destegê bidin hev baş e. Ya muhîm li Kurdistanê kurd qezenc bikin, cepheya tirkan têk biçe, rayên zêde negrin.

XXX

Carnan ez dibînim hin kes dibêjin efendim serokê filan dewletê bi eslê xwe kurd e.

Mêrik serokê Azerbêcanê ye, serok û serokwezîrê nizanim kîjan dewletê ye, yên me hîn jî dibêjin efendim, ”bi eslê xwe kurd e”.

Heger berê kurd bû jî êdî ne kurd e, bûye azerî, tirk, ereb, pakistanî, êdî ne ji me ne, bûne ferdên qewmekî din. Hema bi eslên xwe kurd bin çi ji me ra?

XXX

Kurd jî, tirk jî zêde naxwînin. Jixwe piraniya civata me nizane kurdî bixwîne û binivîsîne.

Di van salên dawî da pêşketinek biçûk heye, lê hindik e.

Dibê em nifşên nuh fêrî xwendinê bikin. Di nav miletê me da kesên bi kultur çiqasî zêde bibin ji bo pêşketina miletê me baş e.

Kitêb riyên diçin pêşketinê û medenîyetê ne. Taliya civatên nexwenda, civatên ciwanên xwe fêrî xwendinê nekin tarî ye.

XXX

Selhetîn Demirtaş û Selçûk Mizrakli li ser hilbijartên mehelî ji girtîxanê bi hev ra beyanek belav kirine. Rûdawê xebera wê daye, gotiye:

”Demîrtaş û Mizrakli ji bo berbijêrên DEM Partiyê peyamek belav kir.”

”Belav kir” şaş e, dibê ”belav kirin” be. Çimkî yên beyan dane du kes in. Di xeberê da rast, pirjimar hatiye bikaranîn, di ser nivîsê da şaş hatiye bikaranîn. Hêvî dikim rast bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE