Berdevka komîsyona zimên a partiya DEMê Cemîle Turhalli xanimê gotiye ew piştgiriyê nadin dersên kurdî yên bijarte, ew bi ”îhtîyat” li vê meselê dinêrin.
Çimkî hukûmet durûtiyê dike, bi tiştên wiha biçûk serî li me digerîne. Heftê du seet dersa bijarte ji bo miletê kurd heqaret e, dibê kurdî jî wek tirkî bibe zimanê perwerdê yê resmî.
Dîtinên Cemîle Turhalli xanimê li ser nêtxerabî û durûtiya hukûmetê giş rast in.
Hukûmet di mesela perwerdeya kurdî da fêlbaziyê dike, naxwaze zarokên me bi zimanê xwe bixwînin. Bi firdaqên wiha dixwazin kurdan aş bikin.
Heftê bi du seet dersa bijarte kurdî ji mirinê xelas nabe. Ev rast e. Ev tiştê dane jî ne resmî û qanûnî ye, taktîk e, sibe kane rakin. Em bi viya zanin.
Dibê meriv viya bibêje, sextekariya hukûmetê li ruyê berpirsiyaran xîne û daxwaze perwerdeya kurdî ji dibistana destpêkê heta zanîngehê bike.
Yanî hukûmet bi du seet dersa bijarta kurdan dixapîne, hîlebaziyê dike. Em zanin heftê bi du seet desrsên bijarte em nikanin rê li ber asîmîlasyonê bigrin.
Lê ev nayê wê maneyê meriv vê îmkana heyî red bike, bi kar neyne.
Salê çend hezar zarokên me fêrî elîfbeya kurdî, fêrî xwendin û nivîsandinê bibin,
temasa wan bi kurdî ra, bi kitêbên kurdî ra çê bibe baş e, ji tunebûnê çêtir e.
Redkirina vê îmkanê ne li kara me ye.
Meriv kane him vî mafê heyî bi kar bîne, him jî perwerdeya kurdî ya temamî bixwaze,
durûtîya hukûmetê bibêje, fêlbaziya hukûmetê rexne bike.
Dibê meriv him zarokên xwe bişîne van dersên bijarte, him jî micadela
perwerdeya kurdî bide.
Bi baweriya min meriv zarêkên xwe bişîne van dersên bijarte baş e, li kara me ye. Redkirina vê îmkanê ne rast e, şaş e.
Li Colemêrgê xwendekarê bi navê Yavuz li ser dersa kurdî ji
Rûdawê ra gotiye:
“Dersa Kurdî gelekî xweş e. Em fêrî gelek tiştan dibin û hindek caran jî di deh xulekên dawî yên dersê de em govendê digirin. Dersa Kurdî gelekî xweş e.”
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar