Min gelek caran gotiye, ez ne bi tirkî dinivîsînim û ne jî şiroveyên bi tirkî jî qebûl dikim. Belkî hin kesan nedîtibin ya jî ji bîr kiribin.
Ez careke din dibêjim, ez şiroveyên(komentarên)bi tirkî
radikim. 17 sal in bloga min heye, di medyaya sosyal da bênabên dinivîsînim Heta nuha min rêzek jî bi tirkî
nenivîsîye û gava di malpera xwe da şiroveyên bi tirkî dibînim radikim.
Dibe ku hin kes vê şêla min şaş bibînin, xwe aciz bikin, lê ez wiha rast dibînim
û biryara xwe naguherim.
Tirkî, erebî, farisî "yasax,forbidden" !
Yên nizanin bi kurdî binivîsin kanin şiroveyên xwe di Googlê
da tercumeyî kurdî bikin. Îro êdî ev îmkan heye.
Bawer bikin wergera Googlê pir baş e, ji ya gelek nivîskaran
rasdttir û çêtir e. Kê ew çêkirib3e mala wî, wan ava be. Pir xweş tercume dike. Tercumeya kurmancî ji ya tirkî pir xweştir dike.
Bi xêra wergera Googlê meriv kane kurmancîya xwe jî bi pêş
xîne.
Jixwe şirove du sê gotin in, di Googlê da bikin kurdî û têxin
bin nivîsê. Bi vê riyê hûnê jî hinekî fêrî kurmancî bibin.
XXX
Li dinyayê dawiya me însanan, hemû benderuhan mirin e,
însan, nebat, yek jî ne ebedî ye, rojekê dawiya gişan tê.
Tiştên ne ebedî, bi mirin, tên demekê dijîn, dûra dimrin. Giş
di hundurê xwe da bizrê, nuweya mirinê, tunebûnê dihewînin. Zû, dereng, umrekî
dirêj ya jî kin, her benderuh rojekê dimre. Em bi viya baş zanin. Lê dîsa jî
mirin meriv xemgîn dike. Mirin şert e, zerûrî ye, paqijî ye, lê ne tiştekî
meriv pê kêfxweş û dilşa bibe.
XXX
Vê serê sibê min çer kompîtora xwe vekir, xebera wefata
Kamîl Sumbul derket pêş min. Kekê Îkram Delen xeber parve kiribû.
Xeberê ez matmayî hîştim û pir xemgîn kirim.
Min zanîbû Kamîl nexweş e, lê min nizanîbû nexweşîya wî
hewqasî giran e. Hîn xort bû, pir zû ji nava me bar kir, çû cîhana xwe ya
ebedî. Kamil merivekî xebatkar û nevsbiçûk bû. Di xortaniya xwe da bi salan di
zindanê da mabû, pir kişandibû.
Serê xanima wî û zarokên wî sax be, Xwedê sebrê bide wan.
Gorra wî bihuşt be.
Kamîl ji Çêrmûgê bû, hevalê tevgera Rizgarî bû. 68 salî bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar