Di xortaniya xwe da ew wexta me da naskirina Marks, Engels, Lenîn, Stalîn, Mao, Enwer Xoce, tarîxa wan û welatê wan, me bida tarîxa xwe nuha em li deraxekî din bûn.
Heger me ji dêlî fêrbûna marksîzim-lenînîzmê edebîyata xwe, tarîxa xwe
bixwenda, em zimanê xwe, lehçeyên xwe fêr bibûna, me yê ji miletê xwe ra
xizmeteke baştir, kêrhatîtir kiriba.
Bi mijûlbûna wan tiştên bêfêdê, ne li gorî me bûn, keda me bû keda bersîs û bi avê da çû.
Lê şaşîtiya me ne ev tenê bû, di ser da ji bo îdeolojiyên biyanî, ji bo Çîn û Sovyeyê, ji bo Mao û Stalîn em bi hev ketin, bûn dijminên hev.
Ev kêmaqiliyeke
mezin bû, herdu cephe jî hevalên dagirkerên welatê me bûn û me jî ji bona wan
şerê hev dikir.
Em merivên dilpak, fedekar bûn, lê em nezan bûn, me bi nêteke paqij dabû ser
riyeke şaş, bi zirar.
Heger em neketana tora çepîtiyê me kanîbû ji bo miletê xwe, ji bo welatê xwe
tiştên baştir bikikra; tiştên baştir fêr bibûna.
Em nezan û bêtercube bûn, me wexta xwe bi tiştên vala heder
dikir.
Çimkî mezinên me jê ders û îlham bigirtana, aqilekî netewî bidana me tunebûn.
Atmosfera dinyayê ya salên 1960-1970-80î jî wê demê wiha bû, li her dera
dinyayê tevgerên çep populer bûn, bayê çepîtiyê, sosyalîzmê ciwan dabûn ber
xwe, xort dikin bin tesîra tevgerên çep û sosyalîst.
Me wer bawer dikir çepîtî ewê ji bo miletê me baştir be, çimkî dijminên me bi
Xerbê ra û hevalên NATO û welatên kapîtalîst, empeyalîst bûn.
Me digot belkî
Sovyet ewê destê alîkariyê dirêjî me bike, lê em şaş bûn, ew jî hevalê neyarên
me bû.
Ciwanên îro pir bi şans in, kanin fikrên rast û şaş rehet ji hev bigerînin.
Çimkî ev îmkana wan heye, dinya biçûk bûye, dîrok û serpêhatiyên me giş li ber
destê wan in.
Hêzên çep dev ji vê xeta şaş berdane, îslamîyên me hîn li ser in. Îslamiyên me hîn dûvikên tevgerên îslamî ne, ew jî giş neyarên miletê me ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar