12 februari 2024

Ji nivîsandina kurdî metirsin !

Asîmîlasyonê gelek kesên me qudûmşikestî kirine. Newêrin du sê gotinan bi kurmancî binivîsin.
Di Facebookê û platforma X´ê da hin kes dibin hevalên min, nivîsên min diecibînin, carnan jî şirove dikin. Kêfa min tê, dixwazim ez jî wan bişopînim.

Gava bala xwe didim profîlên wan, dibînim parvekirinên wan giş bi tirkî ne. Taqîb nakim.

Kurd e, bi kurdî zane, lê zimanê wî yê medyaya sosyal tirkî ye. Cumleyeke herî kin jî bi tirkî dinivîsîne. Dilê min jê sar dibe. Qe nebe meriv tiştên sivik, kin bi kurmancî dinivîse. Metirsin, binivîsin, perê we lê naçe, bira şaş be. Cezayê şaşnivîsînê tune ye. Ji me tu kesê bêkêmasî, hertim rast dinivîse, qet şaş nanivîse tune ye.
Ma qey tirkiya we bêkêmasî ye, sedîsed rast e?
Her tirk jî nizane rast binivîsîne, di rojnameyan da, weşanxaneyan da kesên nivîsan rast dikin hene. Yanî her nivîskar, her rojnamevan tirkî baş nizane. Ev ji bo me kurdan jî wisa ye.

XXX

Kesê nikane dev ji tirkî berde, ya jî nikane dest bi nivîsîna kurdî bike, ji bo evîna xwe kane gundê xwe, bajarê xwe, welatê xwe biterikîne, here welatekî nuh, zimanekî nuh fêr bibe.

Lê nikane xwendin û nivîsîna kurdî fêr bibe; viya pir zor dibîne. Çimkî ji dil naxwaze.

XXX

Parlamenterê DEMê yê Wanê Sînan Çîfteyurek bang li milet kiriye, gotiye:

“Di serî da banga me ji gelê me re, eger gaveke piçûk be jî ji bo zarokên xwe kurdî wek zimanê dayikê hilbijêrin û serî lê bidin.”

Sînan Çîfteyurek viya dibêje lê partiya wî viya nabêje, ji dêlî wî partiya wî vê bangê li milet bike baştir e, bi tesîrtir e.

Ji bo ku kurd ji bona zarokên xwe dersa kurdî hilnebijêrin dewlet gelek astengiyan derdixîne, di bin ra xelkê ditirsînin, hilbijartinê pir zahmet dikin.

Dibê meriv him vê durûtiya hukûmetê bibêje, îfşa bike, him jî bi israr dersa kurdî bixwaze. Heger DEM pêşengiya vî îşî bike daxwaz ewê derkevin sedhezaran.

XXX

-Bawerî wek xezaleka tirsonek e, însan carê wê biqewitîne, careke din dîtina wê pir zor e, gelek wextê digire.

Bawerî jî wek evînê şûşa dil e, carê bişkê, terk lêkeve hew dicebire.

XXX

Ferq nabêna dildariyê û hezkirinê ji ŞEMS-î TEBRîZî pirsîne. Şems gotiye:

-Tiştê tu lê dinêrî her kes lê dinêre; lê tiştê tu tê da dibînî her kes nikane bibîne.

Her kes kane dil bigire, lê tu kes nikane wek te hez bike. Di vir da ferq tenê tu yî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE