13 februari 2024

Êdî hûn kanin Rojnivîskên Sirgûnekî bixwînin

Çend roj berê min mizgînek dabû zarokên me. Min gotibû çavên we ronî be, kitêba min ”Hebû Tune bû” antolojiya çîrokên zarokan derket.

Îro jî dixwazim mizgînekê bidim mezinan, dost û hevalên xwe, hezkiriyên kurmancî. Vê carê jî mizgîna kitêba xwe ya nuh, ”Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)didim we xwendevan, nas û dodtan.

Îsal bû sala min, berê çapa 4´a ya ”Hebû Tune bû, Antolojiya Çîrokên Zarokan” derket. 

Nuha jî rojnivîskên min wek kitêb ji alî Weşanxana Pallê ve hat weşandin.



Xwediyê Pallê Înan Eroglu, mala camêr hezar carî ava be, xwe pir westand, ji bo ku tu kêmasî, şaşî tê da nemîne wek mihendizekî, wek tebîbekî pê da ket, her tiştê baş ne zelal bû, yek bi yek ji min pirsî, min jî ew baştir îzah û zelal kirin.

Bi xêra vê tîtiziya Înan Eroglu ez bawer dikim berhemek baş derket ortê.

Rojnivîskên Sirgûnekî ne tenê portreyeke min a şexsî ye, di eynî wextê da belge û dokumenteke, çavkaniyeke muhim ya kurdên li Swêdê ya wan salen e jî. Beşek ji tarîxa min û kurdên Swêd e.

Di wan salan da me çi kar û xebat kiriye, me çi zahmetî kişnadiye, em li ser çi bi hev ketine, min roj bi roj nivîsîye, ji tarîxa dîaspora kurd ra kriye belgeyeke tarîxî.

Di kêbê da gelek fotograf jî hene. Ew jî belgeyên xweş muhîm û xweş in, kitêbê dewlemend dike.
Rojnivîskên min bi temamî 800 kb ye, yanî pir e, belkî bibin 3 cild. Vê carê me nikanîbû hemû çap bikira.

Dostê min ê hêja, alîkarê min ê her tim Emer Farûk Baranê rojnamevan, şair bi min ra bû pîbar, qismek ji nav rojnivîsên min niqandin. Ne alîkariya wî bûya min nikanîbû ev kitêb amade bikira. Di karên wiha da ne yekî jîr û jêhatî me.

Min jî dest neda niqandina wî, min got bira vê carê hewqas be. Bi xêr carek din belkî weşanxaneyek xwe bide ber û ez kanibim gişan çap bikim.

Di platforma X´ê da 13.938, di Facebookê da jî 4500 şopînerên min hene.
Li ser hev dike 19.000 hezar kes. Tîraja kitêbê here were 1000 heb e.
Ji 19 hezar şopînerên min, nas, dost û hevalên min ji sedî 1-2 dudu jî bikirin, di nav çend rojan da kitêbê biqede û emê çapa duduya bikin.

Li Amedê, li Kurdistanê, li metrepolên Tirkiyê bi hezaran nas û dost û hezkiriyên min hene. Ez hêvî dikim rojnivîskên min meraq bikin û bixwînin.

Hûn kanin kitêbê ji malpera Pall Weşanê bixwazin. Ez bawer dikim li ba kitêbfiroşên din jî ewê hebe, meriv kane ji Pirtukakurdî, ji Kitêbxana Medyayê jî bixwaze.

Min nivîsî, Pall Weşanê çap kir, nuha jî dora we ye, dibê hûn jî dest bavêjin ji bêrîkên xwe da, wê bikirin, bixwînin û fikrên xwe bibêjin.

Ezê pir kêfxweş bibim kesên dixwînin fikrên xwe bibêjin, titştê kêm û şaş dibînin rexne û destnîşan bikin.

Carek din sipas ji bo Emer Farûk Baran, Înan Eroglu û hemû hevalên Pall Weşanê. Mala we gişan ava be, ne alîkariya we bûya Rojnivîsên Sirgûnekî ewê çap nebûya…

2 kommentarer:

  1. Ser xêrê be xalo , bi hêviya ku em gelek pirtûkên te yên din jî bibînin

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas. Mala te ava be. Memnûn bûm. Hela bi xêr û xweşî viya bixwîne, Xwedê ji yên din ra mezin e.

      Radera

PARVE BIKE