Ezê vêsê jî bi çend gotinên Şems-î Tebrîzî ji we ra bibêjim siba we bi xêr û silamet. Ezê îro jî bi çend nesîhetên, aforîzmeyên bi sûd dest bi roja xwe bikim.
-Dil ji ruh ra dibêje: Ez hez dikim, ez evîndar dibim, lê
êşa wê tim tu dikşînî.
Ruh jî bersîvê didê: Hema tu hez bikî bes e.
Yanî derdê dil ruhê feqîr dikşîne, ew dil digre, serê ruh pê ra dikeve belayê.
-Dengê sukûtê jî heye, lê belê dilekî wî fêm bike lazim e.
-Ez bi zêr bim her kesê qîmeta min bizanibe. Bira ez
hesinekî besît bim, bira yê fêm dike tenê qîmeta min bizanibe.
XXX
Îro ne roja gerrê ye. Berfeke şilope dibare. Ez û xanim çûn
markêtê, me alvêra xwe kir û em hatin malika xwe. Berf hîn jî dibare. Lê ji ber
1 derece germ e berf erdê nagire, tavilê dihele. Ez ji hewa wiha qet hez nakim.
Dixwazim çend derece sar be, meriv biqefile, dest û nigên meriv bicemide.
XXX
Hûn kîjan îdeolojiyê diparêzin, biparêzin, kîjan dînî
dihebînin, bihebînin. Lê ji bo wan nekevin gewriya xelkê. Her kes li ser fikrê
xwe, li ser dînê xwe, li ser mezheba xwe. Xwe nekin berdevkê îslamê û tu
îdeolojiyê.
Her kes ne mecbûr e wek we ji îslamê hez bike, wek we îtîatê
wê bike.
Bi xêra jineka tirk, pêr(11/2-24) bi tesadufî ez fêr bûm
serokê Dîyaneta Tirkiyê Alî Erbaş hatiye Swêd û li mizgefta Fîttjayê weez daye.
Min ji bîr kir pêr qala hatina wî bikim.
Di derekê da min xebera hatina wî ya Swêd nexwend. Belkî bi
dizî girtine.
Do ez çûm Lîdlê. Min bala xwe dida refa mêweyan. Xanimeka
navsale, sergitî jî hat li nêzî min sekinî. Telefona wê li ber guh, bi tirkî
dipeyivî. Min fêm kir tirk e. Ji ya hember ra got:
-Serokê Dîyanetê hatibû mizgeftê, ez çûm wir, min lê gudarî
kir.
Mizgefta qal dikir ya Fîttjayê bû. Lîdl jî nêzî wê ye.
Miheqeq ji bo firldaqekê, ji bo dolanekê hatiye, kî zane çi dek û doêab
gerrandiye. Îstîxbarata Tirkiyê li Swêd baş dixebite, hedef kurd in, li ser
kurdan agahiyê top dikin.
XXX
Rewşa me, halê me wek milet pir xerab e, em perîşan in.
Çimkî welatê me kirine çar perçe û em miletekî bindest in. Tu tişt ji
bindestiyê ji bêdewletiyê xerabtir tune ye.
Lê dêsa jî hin sinetkar, hunermendên me bala wan li ser
Afrîka û miletên din in. Heyran wele halê me ji afrîqiyan xerabtir e, bira
bala, hunera we li ser miletê we be.
XXX
Tiştê tu li ser girîngiya zimanê kurdî, li ser axaftin û
nivîsîna kurdî dibêjî camêr gişan testîq dike, dibêje tu rast dibêje, dibê
meriv bi kurdî bipeyive û binivîsîne, tirkî neke zimanê xwe yê rojane.
Wiha dibêje lê dîsa jî bi zarokên xwe ra tirkî dipeyive.
Yanî dibêje tiştê tu dibêjî rast e, him jî bi xwe wê rastiyê bi cî nake.
Yên wiha pir in. Gelşa me jî ev e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar