14 februari 2024

Meriv zû hol nebe li karê ye

Di medya sosyal da her roj gelek tiştên li gorî fikrê meriv şaş in bi ber çavê meriv dikevin. Meriv dixwîne, li ser difikire, lê dengê xwe nake.

Her tiştê neket serê meriv dibê meriv hema êrîş nekê, lê sêr û temaşe bike.
Carnan bêdengî ji zimandirêjiyê, ji devbelaşiyê çêtir e. Zimano leqleq, serîyo teqreq.
Dibê meriv tiliya xwe nexe her qulikê, xwe tevî her tiştî neke. Meriv zû hol nebe li karê ye.

XXX

Di her hilbijartina tirkan da kurd bi hev dikevin. Bêqahr, bêheqaret, bi rengekî medenî fikrên xwe ji hev ra bibêjin zirar tê tune.

Lê gelek kes wer nakin, dev davêjin ji hev da, peyvên ne xweş ji hev ra dibêjin, dilê hev dihêlin.

Xwezî bêheqaret her kesî fikrê xwe bigota, pêşniyara xwe bikira.

Daweta mîran, agir ketiye feqîran. Yê me jî ew mesele ye. Ji bo hilbijartinên tirkan dibê em bi hev nekevin.

Ne mimkûn e ferdên miletekî giş wek hev bifikirin, giş bidin dû fikrekê û partiyekê. Belkî li gorî me hinek şaş dikin, lê bi zor kes nikane kesî îqna bike. Gotina xweş bihara dila ye, mar bi nermî, bi gotina xweş ji qulê dertê…

XXX

Nas, dost û hevalên bi munasebeta derketina rojnivîskên min, min pîroz dikin pir in. Pir kêfxweş dibim, mala gişan ava ba.

Hêvî dikim bi pîrozkirinê tenê nemînin, bikirin û bixwînin jî. Bi hêviya di embara weşanxaneyê da nemînin. Pall weşanxaneyeke nuh e, înşela bi weşana kitêba min ewê zirarê neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE