14 februari 2024

Bi meriv ra xîret hebe meriv nabe hevalê eşîra dijmin

Kesên kalikên wan, mezinên wan, ap û xalên wan ji alî tirkan va hatine îdamkirin, lê ew dîsa jî dibin hevalên tirkan, dibin endam û serokên partiyên tirk. Ev yek min matmayî dihêle.

Gava yek mêrekî meriv dikuje meriv dibe dijminê eşîra wî, têkliya xwe bi wê eşîra ra qut dike, bi ferdên wê eşîrê ra dostiyê, hevaltiyê nake.
Bi meriv ra piçek xîret hebe meriv nabe dost û hevalê merivên qatilên bav û kalên xwe.

Dewleta tirkan bi Şêx Seîd ra 47 kes îdam kirin. Bi hezaran ji Kurdistanê celî kirin, di nav tirkan da perîşan kirin.

Zarok û neviyên van şehîdan, xizmên wan hîn jî bi tirkan ra siyasetê dikin, dibin serok û berporsiyarên partiyên tirkan.

Heger eşîreka kurd Şêx Seîd û 47 hevalên wî îdam kiriba, ewê bi sedan kes ji hev bikuştna, dijminatiya bi wê eşîrê ra ewê hîn û hîn jî berdewam ba.

Lê kurd dijminatiyê tu carî bi dewleta tirk ra, bi tirkan ra nakin, tirk, dewleta tirkan çi bike kurd ji bîr dikin, tu carî nakin sebebê dijminatiyê, tu carî heyfa xwe nagirin.

Yaho meriv nikanibe bi qatilê bav û kalên xwe, meriv pê ra hevaltiyê nake.
Şermeke mezin xizm û neviyên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad, Bavê Tûjo û malbatên din hevaltiya partiyên tirk û îslamiyên tirk bikin.

Yek partiyek tirk, yek serokekî tirk Îdamkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî şaş, neheqî nabîne, rast û çepên wam, kemalîst û dîndarên wan giş dibêjin dewleta me rast kir, baş kir.

Gelek kurd hevaltiya wan neyarên bav û kalên xwe dikin.
Ez hevaltiya bi dewleta tirkan ra, bi partiyên tirk ra wek kufrê, wek bêxîretiyê, wek çavpaniyê dibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE