15 februari 2024

Ya ji me ra lazim berdewamiya xebatê ye

Vê serê sibê di serê min da gelek tişt diherin û tên, gelek fikir li bin guhên hev dikevin.

Hinekan naxwazim bibêjim, hinekan newêrim bibêjim. Naxwazim bêhêvîtiyê belav bikim. 

Ya baş û kêfa min jê ra tê û diwêrim bibêjim hêvî ye, micadele ye. Ji me ra ev lazim e. Zorî, zahmetî çi bin jî dibê em li ber xwe bidin, heta ku em zincîrên bindestiyê dişkînin, dibin miletekî azad û serbixwe.

Di siyasetê da dibê meriv cesûr be, samîmî be û ji dil be, zû neweste. Ji bo serketinê berdewamî, îstîkrar lazim e.

Merivê tirsonek bi sînga gewr û boz şa nabe.

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”Min birayê xwe hêja Sîsî vexwend Enqereyê.”

Mêrik yekî heftrû ye, ji gumgumokê jî xerabtir e, li gorî şertan reng diguhere.

Heta çend sal berê ji Sîsî ra digot ”qatil”, lê îro Sîsî bûye birayê wî û ew ezimandiye Tirkiyê.

Diyar e hesreta 11 salan ew pir xemgîn kiriye, lema çû ziyareta birayê xwe yê qatil.

Ji bo Erdogan teqlebaziyên wiha qet ne muhîm e, mêrik dikeve her boyaxê…

XXX

Pûlisên tirk li 22 bajarên Tirkiyê û Kurdistanê bi hinceta propaganda PKK´ê kirine 179 kes girtine.

Hilbijartinên mehelî nêz dibin, her roj ewê vê zulmê li kurdan bikin.

Bindestî wiha ye, roja dilê wan dixwaze li hustuyê kurdên herî muhîm, herî bi nav û deng siwar dibin, destên wan li kelemçê dixin û davêjin nizaretê, ji nava gû û mîzê da.

Yên li der ve jî li bende dora xwe ne, rojekê ewê dor were wan jî.

Tu ferqa halê me ji ya kûçikên bêxwedî tune ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE