16 februari 2024

Tirkiyê sînorên desthilata xwe pir fire kiriye

Tirkiye êdî ne Kurdistana Bakur tenê, Kurdistana Başûr jî îdare dike,li wir jî emir dide kurdan, serkutiyê li wan dike.

Li vî beşê Kurdistanê kurd kanin çi bikin, çi nekin, ne îdareyên Kurdan, Tirkiye biryarê dide.
Tiştê Tirkiye nexwaze, destûrê nede kurd nikanin bikin.

Eynî zorbatiyê li ser Kurdistana Rojava jî ferz dikin. Ji ber ku ew îdare ne bi dilê wan e, her roj bombebaran dikin, agir bi ser serê kurdan da dibarînin.

Tirk bi zorbatiya xwe li vê herêmê mane, bi zorbatiya xwe welatê me ji me stendine û bi zorbatiya xwe nahêlin em li tu beşekî welatê xwe azad bibin.

Mêrikan sînorê zorbatiya xwe pir berfireh kirine, êdî nahêlin li başûr û rojavayê Kurdistanê kurd rehet bijîn, xwe îdare bikin.

Heta em nikanibin zora van zorbayan bibin emê li tu beşekî Kurdistanê rehet nekin, destê van zaliman ewê tim di gewriya me da be. Lê dûma zulmê tune ye…

XXX

Qey min serê xwe zêde bi mesela hilbijartinan û serxwebûna Kurdistanê ra êşandiye şevê çûnî ket xewna min.

Ez li Wêranşarê li mal bûm. Qelebalix bû, em li ser hilbijartinên belediyê dipeyivîn. Her kesî tiştek digot. Ez qeherîm, min got:

-Bijî Kurdistan, Kurdistan ewê çêbe!

Meriv di xewna xwe da jî bibêje ”Bijî Kurdistan” û bibêje Kurdistan ewê çêbe, êdî mesele temam e, çend salan bi derengî be jî emê bibînin.

Jixwe her tişt wiha ye, berê meriv xeyal dike, dûra bi rast digerîne.

Dibê xeyala me, hedefa me gişan Kurdistaneka azad be. Gerek dewleteke kurdan jî hebe !

XXX

Ava çeman xuşe xuş e, koçer nabêjin dewê min tirş e, siyasetmedarên me jî tu carî nabêjin belkî kêmasiyeke, şaşiyeke siyaseta min hebe. Her kes dibêje ez rast im, yê din şaş e. Lema tu carî li hev nakin, tim bi nîfaq in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE