16 februari 2024

Me îro li Stockholmê Kamîl Sumbul yad kir

Îro seet di 16.00´a da şîna Kamîl Sumbul bû. Şîn li bakurê Stockholmê li taxa Kista Traffê bû. Gelek nas, dost, heval û hezkiriyên wî hatibûn şînê, ji malbat, xanim û zarokên wî ra sersaxî xwestin, bûn şirîkê êşa wan.

Kamîl kurdperwerekî nefsbiçûk bû, fedekar bû. Lema jî gelkî dihat hezkirin.

Bi vê wefata zû ne malbata wî tenê, dost û hevalên wî jî pir xemgîn bûn. Mirineke pir zû bû. 

Di şînê da keça wî, çend nas û û dostên wî bi xemgîniyeke mezin li ser şexsîyet û micadela Kamîl peyivîn, qala salên wî yên zindana Amedê kirin.

Mirin carnan bêedaletiyê dike, hinekan zû dibe.
Xwedê sebrê bide xanim û zarokên wî. Serê wan sax be, gorra wî bihuşt be.

Di 24´ê mehê da bi merasimekê ewê li goristana Solnayê(Kyrkogarden Solna)were gorrkirin.😢

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE