17 februari 2024

Ev demeke kurdên Stockholmê pir aktîv in

Ev demeke li Stockholmê dawiya her heftê civînek, meşek, aktîvîteyek heye. Kurdên Stockholmê nig di bin xwe ve nakin.
Em giş bi ser 70´î ketine lê hîn jî wek xortên 18 salî baz didin vir û wir.

Hefta berê roja şemiyê(10/2) Serkan Brûsk li Kitêbxana Kurdî kitêba xwe da nasandin. Min pê ra negîhand herim civînê.
Do şîna Kamîl Sumbul bû. Me ew yad kir, sersaxî ji malbata wî ra xwest. Gelek kes hatibûn şînê.

Îro Firat Cewerî li kitêbxana xwe ya şexsî ya li Jakobsbergê ewê li ser nameyên wî û hin şexsîyetên kurd ji hev ra şandine bipeyive, ji nameyên jê ra hatine çend heban bixwîne.
Ezê neçim.

Sibe bi minasebeta roja zimanê zikmakî dîsa li Stokholmê bi mamoste û zarokên diçin dersên kurdî ra şahiyeke bi muzîk çêbibe. 

Şahî seet di 13.30î da li ABF- Husetê ye. Komedîyenê kurd ê bi nav û deng Özz Nûjen jî ewê beşdarî şahiyê bibe.

Eynî rojê, di eynî seetê li Stockholmê li dijî girtina radyoya kurdî ewê meş û protestoyek  çêbibe. 

Radyoya Swêd biryar daye redaksîyona kurdî bigire, kurdên Swêd li dijî vê biryarê ne.

 XXX

-Bi kesê cahil ra nebe heval!

Ilim nizane, îrfanê nizane, gotinê nizane.

Tu yê pê biqeherî

Bi kesê dinyanedîtî ra nebe heval!

Rabûnê nizane, rûniştinê nizane, qaîdeyê nizane.

Tu yê pê biqeherî

Bi kesê pozbilind ra nebe heval!

Hal nizane, usûlê nizane, qedir nizane.

Tu yê pê biqeherî

Bi kesê zimandirêj ra nebe heval!

Pir dipeyive, vala dipeyive, xerab dipeyive.

Tu yê pê biqeherî

Bi kesê namerd re nebe heval!

Merdiyê nizane, camêriyê nizane, dostiyê nizane.

Tu yê pê biqeherî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE