17 februari 2024

Li Tirkiyê êdî nahêlin kurd bikenin jî

Li Stenbolê lîstika tiyatroyê ya bi navê ”Qral û Travîs” berî lîstik dest pê bike pûlisan salon dorpêş kirin û nehîştine lîstik dest pê bike.

Lîstik bi biryara qeymeqamê navçeya Şîşliyê hatiye qedexekirin.
Lîstikvanên kurd Denîz Ozer û Bahoz Ozsunar ji alî pûlisan ve bi darê zorê ji salonê hatin derxistin. Pûlisan Ugur Ozsunar girtin bin çavan, birin qereqolê.

Ev lîstik berê jî li Agirîyê û li Dîlokê(Entabê) jî hatibû qedexekirin.
Ji bo ku em kurd in, li zimanê xwe xwedî derdikevin, bi zimanê xwe dipeyivin mêrikan dîn dibin; zimanê me, muzîka me, tîyatroya me, fîlmên me, qomedîyên me qedexe dikin.

Temaşevanê bi navê Koçer li ber salona tiyatroyê gotiye: “Sedem bes ew e em Kurd in û zimanê me kurdî ye. Ev sedan sal in li me wiha dikin.”


Temaşevanekî din yê bi navê Ehmed jî gotiye:
“Ji ber ku şano bi kurdî ye hat qedexekirin. Nahêlin komedyenên me jî derkevin ser sehneyê.”

Abûqatan, parlamenterên DEM partiyê di medyaya sostal qedexekirin rexne kirine, gotine biryara qemeqam ne qanûnî ye, zorbatî ye.

Rast e, li Tirkiyê ji bo me kurdan êdî qanûnên hene jî pere nakin, mêrikan zorê, zorbatiyê dixin praktîkê.

Her ku kurd bi xwe dihesin, li ziman û kultura xwe xwedî dertên, doza azadî û serxwebûna xwe dikin, dîn dibin, dest bi zorbatiyê dikin.

Tirk tu carî dev ji vê zorbatiya xwe bernadin, çare, dibê em ji bindestiyê xelas bibin.
Eyşik e, ji xwe bi şik e. Hukûmeta tirk mijara lîstikê digre ser serokê xwe. Li gorî berpirsiyaran ev lîstik wek li ser Tirkiyê be, çimkî wek pir e.

Mijara lîstikê wiha ye:

Travîs Pîne, di 1950´î da li Amerîka dijî. Wek merivekî cirnexweş û bêkar tê naskirin. Dest pê dike ji serokê Amerîkayê ra nameyan dinivîsîne. Ew srokê Amerîkayê wek berpirsê qeyran û gendeliya li welat dibîne.

Ji ber van nameyên Pîne psîkolojîya serokê Amerîkayê xera dibe. Ajanê FBI Tom Walker diçe serdana Travîs Pîne, ji bo ku wî razî bike êdî nameyan ji serok ra nenivîsîne.

Bazara Travîs Pîne û Tom Walker gendeliyê, sextekariyê radixîne ber çavan. Dibe sebebê lîstik bibe lîstikeke siyasî.

Nivîskarê lîstikê Travis Kung e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE