18 februari 2024

Arasê me hat ziyareta kalik û pîrika xwe

Oliver Arasê me hat ziyareta kalik û pîrika xwe, em pir dilşa kir. Ez û xanim ji dest hev direvînin.

Di himêza me da nagirî, kêfa wî li cî ye.  Îskîniya wî rabûye, dike îskîn.
Ez û xanim pê ra kurmancî dipeyivin. Dûra, bi xêr dema hinekî mezin bû ezê jê ra xemîşokan jî bibêjim. Ewê kurmancîya wî baş bibe.
Çi heyf îro ezê nikanibim heta êvarî li balê bimînim.

XXX
Bîstek din, danê nîvro neviyê me Oliver Aras, cara pêşî ewê were zîyareta kalik û pîrika xwe, were mala me bibîne.
Emê 40´ê wî pîroz bikin.

Ji şansê min î xerab ra pîrozkirina 40´ê wî ket rojeke xerab. Îro mamosteyên kurd li Stockholmê seet di 13.30´î da bi zarokan ra roja zimanê zikmakî pîroz dikin. Dibê ez herim wir jî.


Belkî hinekî dereng bimînim. Îro ezê nikanibim Arasê xwe têr bibînim. Bi xêr careke din ezê têr pê şa bim.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE