18 februari 2024

Li Stockholmê roja zimanê zikmakî bi coşeke mezin hat pîrozkirin


Me îro li Stockholmê bi mamosteyên zimanê kurdî, xwendekarên wan û malbatên xwendekaran ra roja zimanê zikmakî bi coşeke mezin pîroz kir.

Şahiyeke pir xweş û bi dûzan bû. Bi taybetî jî ji bo zarokan şeveke hewce û tam li gorî zarokan bû. 

Kêfxweşiya wan, dilşadiya wan ji ruyên wan, ji çavên wan diyar bû. Şeveke tam li gorî dilê zarokan bû, lîstin, govend girtin, kêf kirin.

Du mamosteyên kurdî, Keya Îzol û Haydar Diljen peyivîn, qala serpêhatiyên xwe yên destpêkê û girîngiya perwerdeya bi kurdî kirin.
Artîst, komedîyenê bi nav û deng Ozz Nûjen jî beşdarî şahiyê bû û axaftineke  herîqa kir. Wek her car, dîsa beşdarên salonê ji ken zikopişt bûn û bi çepikên xwe salon hejandin.

Salona ABFê ya şahî lê çêbû hetanî ber dev tije bû. Ji zûda bû min li Stockholmê qelebelaxik hewqas zêde nedîbû.
 Pîrozbahiya îro şahiyên me yên salên 1980î anî bîra min. Her kes rûliken, kêfxweş bû.


Gelek sipas ji bo hersê mamosteyên(Zekî Aydin, 
Yusuf Onen û Emin Aksoy) ev pîrozbahiya roja zimanê dayikê amade kirin. Ozz Nûjen jî piştgiriyeke mezin dabû şahiyê. Mala wan ava be, karekî pir di cî da û baş kirin.

Îro ji bo min rojeke mişt kêfxweşî bû. Berê neviyê me Olîver Aras hat zîyareta me, me 40´ê wî pîroz kir.


Dûra jî ez çûm pîrozbahiya roja zimanê zikmakî. Vê rojê di 21ê mehê da pîroz dikin, lê ji ber ku 21ê mehê roja kar e, lema pîrozbahî îro kirin. Ji bo ku tahtîl bû gelek kes hatibûn pîrozbahiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE